Jinên Xezayê rastî gelek cureyên tundiyê tên

Parêzer Nourhan Al-Tatabî got ku ji ber êrişan jinên Xezayê yên ku xwe spartine kampan, ji ber tunebûna zagon, dadgeh û saziyên jinan rastî gelek cureyên tundiyê tên û got: “Bêdengî êşên wan zêdetir dike.”

RAFÎF ESLEEM

Xeza- Êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin, bedelê herî giran ên şer jin û zarok didin. Li Xezayê bi şer re tundiya li dijî jinan jî zêde bûye, parêzer û aktivîsta mafên mirovan Nourhan Al-Tatabî wiha got: “Li Zîvala Xezayê beriya şer jî tundî hebû û saziyên jinan piştevaniya psîkolojîk û hiqûqî di nav de li dijî tundiyê xebatên girîng dimeşandin. Ji ber xebatên saziyên jinan hatin rawestandin.”

‘Jinên li kampan rastî tundiya mêr tên’

Nourhan Al-Tatabî da zanîn ku di şertê şer de jin du qat rastî zextan tên û wiha got: “Hejmara jinên ku ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê ve heta niha jiyana xwe ji dest dane ji sedî 70 ye. Jinên ku ji ber êrişan xwe spartine kampan lê wan deran rastî tundiya mêr tên. Jinên ku rastî tundiya fizîkî û gotinê tên ji ber cihek ku biçinê nîn e, li hemberî vê rewşê bêdeng dibin û ji kesek din alîkariyê naxwazin.”

‘Jin di şertên zehmet de zarokan diwelidînin’

Nourhan Al-Tatabî diyar kir ku gelek jin ji xizmeta tendirustiya welidînê bêpar mane û wiha domand: “Jin di şertên zehmet û bi êş de zarokên xwe diwelidînin. Ji derveyî vê gelek jinên ku nexweşiyên kronîk ên weke diyabet, tansiyon, sîstema helandinê bi wan re hene êdî dermanan nabînin. Ev rewş jî dibe sedem ku tendirustiya wan her roj xirabtir bibe. Ji ber şer bê erkbûna dadgehan, amadenekirina raporan, tunebûna komîteyên rewşên awarte, tunebûna rola koalîsyona jinan bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne.”

‘Bêdengî êşên jinan zêdetir dike’

Nourhan Al-Tatabî anî ziman ku divê saziyên jinan ne ji bo jinên rastî destdirêjiyê hatine tedawiya psîkolojîk bidin, di heman demê de ji bo jinan qadên bi ewle ava bikin û wiha got: “Jinên ku rastî tundiyê hatine divê dema li saziyan digerin, hemû agahiyan bigrin. Roj, dîrok, rewşa giştî ya jinan, cihê lê dimînin, şahidî, di her warî de not werin girtin. Piştre dikare doz were vekirin û mafên ku ji jinan hatine standin careke din werin girtin. Ev salek e êrişên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin. Divê saziyên navneteweyî yên jinan û rêxistinên mafên mirovan li dijî tiştên li Xezayê tên jiyîn dengê xwe bilind bikin. Bêdengî êşên jinan zêdetir dike. Jinên Xezayê ji ber piştevaniyê nabînin li dijî tundiyê helwesta pêwîst nîşan nadin.”

‘Daneyên ku NY weşandine bi kêrî çi tên?’

Nourhan Al-Tatabî destnîşan kir ku îro pêwîstiya jinan pêşîn bi piştevaniya psîkolojîk û mudaxeleya navneteweyî heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jin mereq dikin ka daneyên ku Neteweyên Yekbûyî diweşîne bi kêrî çi tên. Her roja diçe mexdûriyeta jinan û hejmara miriyan zêdetir dibe. Li Xezayê her roj bi dehan jin tên qetilkirin, daxuyaniyên giliyan tu feydeya wan tune ye? Jinên Xezayê bi tena serê xwe bi tundiya gotinî, fizîkî, tendirustî, civakî û aborî re rûbirû ne. Nêyî mudaxeleyan gelek zehmetiyan dikşînin. Lê belê dema şer bi dawî bû, ez bawer dikim ku jin ji ber tiştên jiyane wê bêhêztir bin. Piştî ku ji gefên rasterast li jiyana wan tên kirin, wê li dijî vê tundiyê derbikevin û destûr nedin kesek mafên wan binpê bike.”