Jinên Xezayê di rûniştina diyalogê de li ser tundiya dîjîtal axivîn

Jinên ku li Xezayê li hev kom bûn, tedbîrên ku li dijî tundiya dijîtal bên wergirtin nîqaş kirin. Jinên ku li jinên rastî tundiya dîjîtal tên banga ‘bêdeng nemînin’ kirin, bertek nîşanî nedana cezayên bi bandor jî dan.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Ji aliyê Weqfa Jinan a Filistînê ve rûniştineke diyalogê ya bi sernavê "Ji bo jinan qadeke dîjîtal ya biewle" hat li dar xistin. Di rûniştina ku bi CCFD ya Fransî re hat li dar xistin, pirsgirêkên jinên ku bi şantajê re rû bi rû tên, hat axaftin. Yek jî jinên ku di rûniştina ku duh hat li dar xistin de mafê axaftine girt Hedaya Chanoum, diyar kir ku divê pirsa “qada dîjîtal çi ye” baş were zanîn.

Ji mexdûran re banga “bêdeng nemînin” hat kirin

Hedaya Chamoun, diyar kir ku xebatkarên çapemeniyê yên jin berpirsyariyên xwe yên di vî qadê de bi cih tînin û wiha axivî: “Kedkarên çapemeniyê yên jin tercûbeyên ku jinên di qada dîjîtal de tên mexdûrkirin, ji civakê diragihînin. Di bin ronahiya van tercubeyaên ku tên pêşkêş kirin de, ferdên civakê yên mayî der barê xwe çawa bi parêzin de dibin xwedî agahî. Gelek caran kiryar û mexdûr ji welatên cuda ne û di vê rewşê de, ne pekane ku bê zanîn ka kiryar kê ye û şopandina wî zehmet dibe. Di vê wateyê de divê li civakê hay jê hebûn bê misoger kirin." Hedaya Chamoun ya xwest divê mexdûr li dijî tundiya dijîtal bêdeng nemînin, wiha got: "Divê kiryar ji rayedarên peywendîdar re bê gilî kirin. Divê encama zextan çi dibe bila bibe bila jin bê deng nemînin.”

Divê em di qada dijîtaj de bala xwe bidin çi?

Ji beşdarvanan Suha Sukkarî der barê ewlehiya qada dîjîtal de ji beşdarvanan re agahiyan da. Suha Sukkarî van hişyarin da: “Divê beriya ku daneyên kesane ji aliyê kesek din ve were desteser kirin, derbarê karanîna vê qadê de xwedî agahî bin. Jinan ji ber şantajên dîjîtal nikarin tiştên jiyane ji malbatên xwe re vebêjin, ji ber vê jî gelek caran xwekuştinê tercîh dikin an jî tên qetilkirin. Ev mînak pir tên jiyîn. Divê jin di vê qadê de xwe biparêzin, di qada dîjîtal de bi kesên nas nakin re neaxivin, agahiya hesabên parve nekin, nekevin siteyên nenas û hesabên xwe bigrin di bin ewlehiyê de.”

‘Hesaban desteser kir û şantaj pêkanî’

Jina bi navê Moushira El-Hajj bi van gotinan tercubeyên jiyaye vegot: “Ciwanekî xort hesabê xwişka min dizî û hin wêne û dîmenên wê desteser kir. Ji xwişka min re şantaj kir. Got ger pereya ku dixwaze nede, dê wêne û vîdeoyan parve bike. Em çûn daîreya sûcên sîber û der barê kiryar de gilî kir. Lêbelê, bi qasî ku em dibînin, qurbana yekemîn ne em in. Em dît ku bi dehan jinên mexdûr serlêdan kirine.”

‘Di encama şantajan de gelek jin jiyana xwe ji dest dan’

Omnia Ebû El-Khaîr jî anî ziman ku di encama van şantajan de gelek jinan jiyana xwe ji dest dane û hinek malbat jî keçên xwe li malê heps kirine. Omnia Ebû el-Khaîr wiha axivî: “Malbatên mexdûran li şûna ku biçin rayedaran zext li keçên xwe dikin û li malê heps dikin. Sûcên tên jiyîn, ne ji dadgehan re ji eşîran re tên dewr kirin. Di dozên ku bi rêya van eşîran tên kirin meşandin de, malbat mafên xwe dest naxin û hin zêdetir dikevin rewşa mexdûr bûne.”

‘Divê jin werin parastin’

Derûnnas Îlham Madî diayr kir ku encama zêdebûna sûcên li dijî jinan ji kiryarên sûcan re nedana cezayên bi bandor. Îlham Madî li dijî tundiya ditîjal banga parastina jinan kir. Îlham Madî da zanîn ku yekîneyên ewlehiyê li hemberê mexdûrên gilî dikin erka xwe bi cih naynîn û wiha axivî: "Ev jî nerîna civakê ya li dijî jinan derdixe holê."