Jinên Xezayê bi pêşangeha hunerên destan cejnê pêşwazî dikin

Li gel nêzîkbûna cejnê, li Xezayê bi pêşengtiya jinan bi armanca piştgirîdayîna projeyên biçûk ên jinan a bi rêya bazarkirina berhemên wan, pêşangeha "Welat" hat organîzekirin.

RAFİF ESLEEM

Xeza – Bi armanca piştgirîdayîna projeyên biçûk ên bo jinan û firotina berhemên wan bi nêzîkbûna cejinê re, jinên Xezayê pêşangeha "Welat" a hunerên destan organîze kirin.

Emel Ebû Şaban diyar kir ku beşdarbûna wê di pêşangehê de bi armanca firotina berhema projeya wê ya xorikên hevîr şêraniyên cejinê û wiha anî ziman: "Bi nêzîkbûna cejnê re daxwaza ji bo vî celebê şêrîniyên ku li malê têne çêkirin zêde bûye."

Heyfa El-Ustaz yek ji beşdarên pêşangehê ye, tekez kir ku xwarin, bi taybetî şîrînî, pirojeyên herî biçûk in ji bo jinan, ku berhemên wan di cejin û şahiyan de bi awayekî aktîf têne firotin û wiha axivî: "Ez celebek şîrînî ya bi navê Şîraniya Omanî pêşkêş dikim. Amadekirina vê şîrînê çend saetan digire. Ez hêvî dikim ku cejin bi taybetî ji bo jinên têkoşer ên ku hê jî ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin, bibe şahiya cîhanê."

Şêrînahî tên pêşandan û firotin

Duha Ebû Selîm eşkere kir ku beşdarbûna wê di pêşangehê de ji bo bazarên hunerên wê yên ku ew nêzîkî 8 sal in li ser dixebite û wiha pê de çû: "Ez her tim hewl didim rewşa aborî ya li Xeza li ber çavan bigirim, ji ber vê yekê ez berhemên xwe bi pereyên kêm difroşim."

Rîham El-Hîla destnîşan kir ku ev salek e li ser projeya çêkirina mûmên bîhnxweş dixebite û wiha got: "Ez beşdarî pêşangehê bûm da ku berhemên xwe bifroşim. Ez hemû jinan teşwîq dikim ku bi heman îradeyê dest bi projeyek taybet bikin da ku bikarin tiştê ku dest pê kirine berdewam bikin ji ber ku zehmetî pir in û derbaskirina wan ne hêsan e."

“Divê hemu jin dest bi projeyên xwe bikin”

Narîman El-Mesrî got ku wê beriya salekê projeya xwe ya taybet di çêkirina berhemên xwezayî de vekiriye û wiha anî ziman: "Zehmetiya hinartina madeyên xam pirsgirêka herî mezin e ku ez pê re rû bi rû dimînim, lê ez hewl didim ku serbikevim da ku bigihîjim serxwebûnê û dahata xwe peyda bikim."

Hela Ehmed diyar kir ku ew daxwazeke baş ji berhemên xwe re dibîne, ji ber ku berhemên wê berhmin kevn û klasîk in û wiha got: "Ez şîret li hemû jinên ciwan dikim ku dest bi projeyên xwe bikin."