Jinên Tûnisî ji bo parastina jîngehê rêbazên kevneşopî bikar tînin
Jinên ku li herêmên gundewarê bakur-rojava an başûrê Tûnisê dijîn bi rêbazên kevneşopî di xebatên xwe yên çandiniyê û jiyana rojane de di parastina jîngehê de dibin model.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis - Jinan di dîrokê de bi rêbazên kevneşopî beşdarî parastina jîngehê bûne. Jinên ku li deverên dûr ên ku li bakur-rojavayê an başûrê Tûnisê dijîn, hewl didin ku bi pratîkên rojane yên hawirdorparêz bipêjirînin da ku pêşketina domdar misoger bikin, di heman demê de ji hemû tevlihevî û şêwazên bajaran dûr di parastina jîngehê de dixebitin.
‘Jinên li gundewaran dijîn gelek berpirsyariyan digre ser milê xwe’
Mamosteya Navenda Perwerdehiya Çandiniyê ya Walîtiya Sidî Bouzid Ciweyde Mehmûdî wiha got: "Min gelek perwerde di warê birêvebirina karan aborî û avdaniyê de dîtin her wiha pisporiya min û zanista min derbarê pêşxistina berdewam û guhertinên avhewayê de hene. Jinên li gundewaran dijîn gelek berpirsyariyan digre ser milê xwe. Mîna wê mîna jinên li herêmên pêşketî de ne. Di demekê de ku guhertinên hewayê hene û zêdetir bandorê li herêmên hundirîn ên gundî dikin berpirsyariya jinan mezintir û zehmettir bû ji ber ev guhertinên neyînî û yekser bandorê li bilindbûna pileyên germahiyê û ziwabûna dewam û hwd kirin. Vê yekê hişt jin li hember zehmetiyên zêdetir bimînin."
Ji alavan dûr parastina jîngehê dikin
Ciweyde Mehmûdî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jiyana jinên li gundan ne wek yê bajaranin û wiha pê de çû: “Li bajaran gelek awayên hêsan tê pêşkeşkirin lê li gundan jinan bi hêsanî nikarin karê xwe bikin. Mafên xwendin û karkirinê ji jinên gundan re tune ne. Ev rewş mîna sînorekî mezin e di pêşketina armancê wan de û dibe asteng."
Ciweyde Mehmûdî got ku jin li gundan çalakiyên biçûk kirine û xwe naspêrin derman an jî kîmyewiyên çandiniyê û wiha gotên xwe domand: “Jin genim û cureyên sebze û fêkî bi awayên tendurist û cuda diçînin. Ev cudabûn dikare axê zengîn bike û di encam de em garantiya çandiniyeke xwedî berhemeke mezin ji nifşên bê re bikin. Jin bi riya meşa li ser lingên xwe an jî siwarbûna hin cureyên lawiran ku bêyî xwe bispêre alavên jîngehê parastina jîngehê dike."
‘Jinên herêmê tenê xwe dispêrin jêderên xwezayî’
Mubareke Anî ji xelkên gundê parêzgeha Sîdî Bozîd e teqez kir ku rola jinan di parastina jîngehê de girîng e ji ber bi çalakiyên biçûk radibe zirarê nade erd, av û hewayê û wiha dewam kir: "Piştî çend rojan dê mewsima berhevkirina zeytûnan destpê bike. Çawa bidawî bibe em ê şaxên zeytûnan jê dikin û weke jin di bin tava rojê de ziwa dikin ji bo bibin êzing û di çêkirina xwarinê de werin bikaranîn. Yan jî ji bo germkirinê di zivistanê de bikar tînin. Em xazê bikar naynin. Ji ber em lawiran xwedî dikin em paşmayên wan weke semada xwezayî bikar tînin ji bo em zirarê nedin xakê û em çermê wan weke nivîn bikar tînin û ji hiriyê jî cilan ji xwe re çêdikin."
Mubareke Anî teqez kir ku jinên herêmê tenê xwe dispêrin jêderên xwezayî. Jinên vê derê ji bo jîngehê gemar nekin û biparêzin gelekî baldar in.