Jinên Tûnisî: Hiqûq di hucreyê de jin di gorê de ye!

Doza jina Tûnisî Rifqa Charnî ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, bi saya têkoşîna jinên femînîst piştî du salan hat dîtin. Jinan ji ber pêkneanîna zagonan bertek nîşan dan û gotin: “Hiqûq di hucreyê de, jin di gorê de ne!”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Li Tûnisê ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan hem daraz, hem jî rayedarên hikumetê berpirsyariyên xwe naynin cih. Komeleyên jinan duh li pêşiya walîtiya El Kef a bakur rojavayê Tûnisê kom bûn û beşdarî danişîna yekem a doza Rifqa Charnî ya ku du sal berê hatibû qetilkirin bûn. Jinên piştî danişînê daxuyanî dan û gotin ku hevjînê Rifqa Charnî peywirdarê ewlehiyê bûye loma jî darizandina wî ji bo têkoşîna femînîst serkeftin e.

Jinan bal kişand ku ji bo kujerên jinan hesab bidin zagona 2017’an a bi hejmara 58 girîng e û diyar kirin ku ji ber kiryar peywirdarê ewlehiyê bûye, doz rastî gelek pirsgirêkan hatiye.

‘Zagon nayê pêkanîn’

Ji jinên beşdarî dirûşmê bûn, aktivîsta femînîst û civaknas Fathia Al-Saeedî, bal kişand ku zagona bi hejmar 58 hê jî di meriyetê de ye û bi awayê bi bandor nayê bikaranîn. Fathîa Al-Saeedî got ku gelek ji wan jinên rastî şîdetê hatine daxwaza parastinê kirine lê ev yek bi cih nehatiye û wiha domand: “Şîdeta li dijî jinan tê normalîzekirin. Şîdet û cînayetên jinan di van 5 mehên dawî de zêde bûn. Di 5 mehan de 17 jin hatin qetilkirin. Divê li dijî şîdetê em dengê xwe bilind bikin. Hiqûq ji bo  pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan baş nayê pêkanîn. Zagon hene lê navendên guhdarkirinê, yekîneyên pispor û di gelek warên din de kêmasî hene. Dirûşmên wekî ‘Hiqûq di hucreyê de ye jin di gorê de ne’ tên qîrîn. Ev dirûşm rast e. Jin bi dirûşman trajediya heyî derdixin holê.”

‘Doza Rifqa Charnî piştî du salan dest pê kir’

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naila Zoghlamy jî bal kişand ku doza Rifqa Charnî ya ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin piştî du salan dest pê kiriye vê yekê jî bi saya têkoşîna jinan pêk hatiye û wiha domand:

“Bi zagonan divê jin werin parastin, em dixwazin ev zagon werin pêkanîn. Divê kiryar derkevin dadgehê û hesab bidin, cazayê ku heq dikin bigrin. Ji bo jinên ku rastî şîdetê tên divê cihên parastinê hebin. Divê hikumet butçeyê ji vê yekê re veqetîne lê ji ber ku venaqetîne û stratejiyek di vî warî de tune ye pirsgirêk mezin dibe. Em difikirin ku dê doza Rifqa Charnî ji bo dozên din ên qetilkirina jinan bibe mînak.”

‘Rayedar peywira xwe bi cih naynin’

Seroka Komeleya Hemwelatî û Jinan a Walîtiya El Kef Karîma Brînî jî got ku her kes ji belavbûna zîhniyeta mêrane ya ku destûr dide mêr jinan kontrol bikin berpirsyar e, ji ber vê yekê di warê wekheviya zayendî de di civakê de şiyarî tune ye û wiha axivî: “Ji ber ku rayedar peywira xwe bi cih naynin, cînayetên jinan zêde dibin. Jinên ku rastî şîdetê tên diçin serî li saziyên pêwendîdar didin lê rayedar jinan ji xetera ku pê re rûbirû ne naparêzin, tu tedbîrê nagirin. Partiyên siyasî jî mijarê esas nagirin. Li dijî cînayetên jinan tu plan û polîtîka tune ne.”