Jinên Tûnisî: Divê em mafên xwe yên desteserkirî bistînin
Jinên ku di sempozyuma ku li Tûnisê hat lidarxistin de hatin cem hev bal kişandin ser wê yekê ku jin di serî de mafê mîrasê rastî cudakariyê tên. Jinan diyar kirin ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatine desteserkirin divê hîn zêdetir xebat bên kirin.

ZOUHOUR MECHERGU
Tûnis – Li Tûnisê jin di gelek waran de rastî neheqiyê tên, li dijî vê rewşê di gelek qadan de dengên wan bilind dibe. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê jî li dijî cudakariya zayendî têkoşîneke girîng dimeşîne. Di 18’ê Kanûna 2007’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara 62/136, ragihand ku 15’ê Cotmehê her sal li seranserê cîhanê wek Roja Cîhanî ya Jinên Cotkar tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê duh bi dirûşmeya “Edaleta civakî, wekhevî û gihandina jinan a axê” sempozyûmek li dar xist. Jinan di sempozyûmê de mijara wekheviya mîrasê anîn ziman.
“Jin ji gelek mafan bêpar in”
Têkildarî mijarê Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zûglamî ji ajansa me re axivî û got, “Di sedsala 21’an de jin hê jî di warê xwedîkirina axê de rastî cudakariyê tên. Jinên ku nîvê nifûsa Tûnisê pêk tînin ji gelek mafan bêpar in. Di edaleta civakî de bêhevsengiyeke mezin heye. Malbatên li Tûnisê rastî zehmetiyên aborî tên û herî zêde jin dikişînin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê ev rewş kûrtir dibe."
“Divê jin di mîrasê de wekhev bên dîtin”
Seroka Şaxa Herêmî ya Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê ya li Sfaxê, Nîma Nosirî got ku divê ji jinan re derfetên wekhev bên peydakirin. Nîma Nosirî, anî ziman ku divê polîtîkayên ku jin jî di nava jiyana xebatê de cih bigirin bên meşandin û got, “Divê jin di warê mîrasê de wekhev bên dîtin û em difikirin ku dem hatiye. Divê Wezareta Çandiniyê jî di vî warî de erka xwe pêk bîne.
“Divê şert û mercên aborî ji bo jinan bên dayîn”
Koordînatora Meşa Jinan a Cîhanê ya Tûnisê Sûad Mahmûd li ser gihandina axê ya jinan got, “Berî her tiştî divê edaleta civakî û wekhevî pêk were. Divê şert û mercên aborî, civakî û madî yên ku jin karibin li ser axê hilberînê bikin û keda xwe bi pêş bixin, bên peydakirin. Divê hikûmet di vî warî de erka xwe pêk bîne."
"Divê em ji bo mafên xwe zêdetir bixebitin"
Endama Hîndekara Dibistana Hiqûqê ya Sfax Lamîa Nacî jî wiha got: “Eger jin di civakekê de bên îstîsmarkirin û mafên wan bên înkarkirin, ne pêkan e ku li wir behsa wekheviyê were kirin.
Tevgera femînîst hemû destkeftiyên xwe bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji bo vegerandina mafên bidestxistî, bi taybetî jî mafê mîrasê, xebateke zêde pêwîst e.”
"Pêdivî bi guhertin-veguhertinê heye"
Hîndekara Civaknas Fethiya El-Saîdî da xuyakirin ku mafên wekheviyê tên binpêkirin û destnîşan kir ku pêwîstî bi guhertin-veguhertineke nû ya civakî heye.