Jinên Tûnisî: Divê biryarên hatine girtin paşve were kişandin

Jinên Tûnisê li dijî daxuyaniyên der barê biryarên avakirina “polîsên exlaq” ferzkirina hîcabê û hwd. bertek nîşan dan û diyar kirin ku biryar li gorî metnên zagonî nîn in divê paşve werin girtin.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis-Beriya demeke kin Wezîrê Karên Hundir ê Lîbyayê Îmad El Terablusî civîneke çapemeniyê li dar xist û çend biryarên ku hatibûn girtin ragihand. Van biryaran bûn sedema nakokiyên mezin li hundir û derveyî Lîbyayê. Biryarên weke; ferzkirina hîcabê li ser jin û keçan her wiha qedexeya derketina jinan bi tena serê xwe, qedexeya danûstandina di navbera herdû zayendan de li kolanan û aktîfkirina ‘polîsên exlaq’ li kolanan hene.

Li Tûnisê ji ber mafên jinan bi hinek zagonan parastî ne jinên Tûnisê û di serî de çalakvanên jin, biryarê weke sînordarkirina azadiya giştî binav kirin û ev biryar bi tundî rexne kirin

‘Ez vê biryarê şermezar dikim’

Çalakvan û hiqûqnas a ji bajarê Qesreyn Îşraf Benanî biryara Wezîrê Karên Hundir ê Lîbyayê ya ferzkirina hîcabê li ser jin û zarokên keç şermezar kir û got: "Ez weke welatiyeke Tûnisê dibînim ev biryar şaş in û çewisandina mafên kesayetî bi navê îslamê tê de hene. Piraniya jinên Tûnisê piştgiriya jinên Lîbyayî di şerê wan ê li dijî tundiya siyasî de dikin. Biryara lixwekirina hîcabê û azadiya çûn û hatinê li dijî biryarên kesayetî yên jinan in. Ji ber ku zeman hatiye guhertin û cîhan di şoreşekê re derbas dibe. Rewşên çûn û hatinê bi ewle bûne û pêwîstî tune ye tevgera çûn û hatina jinên Lîbyayê were astengkirin. Qey jin nezewicî bin û bav û birayê wan tunebe mafê wan tune ye biçin derek û werin?"

‘Ev biryar şexsî ne têkiliya wan bi zagon û olê re tune ye

Çalakger û femenîst Şeyma Qasimî jî li ser van biryaran berteka xwe wiha anî ziman: "Ev biryar ger bikevin meriyetê dê ji bo jinên Lîbyayê bibe zilm. Daxuyaniyên Îmad El Terablusî lêvegerek ji wan re pêwîst e ji ber ev zagonên derketine mafên jinan diçewisînin mîna mafê lixwekirina cil û hîcabê. Ev biryarên kesayetî ne û ne li gorî biryarên siyasî ne. Ji mafên jinên Lîbyayê yên ku ev red kirine berê xwe bidin zagonên navdewletî yên parastina mafên wan dikin. Tişta Wezîrê Karên Hundir ê Lîbyayê gotiye biryareke şaş e. Ne tenê li dijî jinên Lîbyayî ye ji ber mafên jinan binpê dike. Armanc ew e ku kesayeta wan lawaz bibe. Biryara lixwekirina cilan, kar, çûn û hatinê mafekî rewa yê her jinê ye. Ev biryarên kesayetî ne tu têkiliya wan bi biryarên qanûnî yan jî zayend û olî re tune ye."

‘Wezîrek li ser navê welatek radibe biryarên dijberî jinan dide’

Çalakvan Munîre Hilmî jî got: "Ragihandina van biryaran weke ‘brûskê’ bû ji ber em di rewşeke karesetê de ne. Em gihîştine sedsala 21’ê û wezîrek li ser navê dewletekê radibe vê biryarê dide û mafên jinan nas nake. Biryareke ne di cih de ye. Ev biryar ji bo jinan paşveçûn e. Li şûna ku daxwaza destkeftiyên din bike, tîne xala sifrê. Ev yek dê neyînî bandorê li rewşa jinan bike."

Der barê egera bandora mîna van biryaran li ser jinên Tûnisî de çalakvanên jin diyar kirin ku van biryaran dê bandorê li jinên Tûnisê nekin ji ber cudahî di navbera herdû welatan de gelekî heye û jinên Tûnisî xwedî gelek destkeftiyan in.

‘Tevgera jinên Tûnisê xwedî gelek destkeftiyan e’

Çalakvanên jin her wiha diyar kirin ku ew ê dest ji mafên xwe bernedin û wiha gotin: “Jinên Tûnisê dê dengê xwe bigihîjînin jinên Lîbyayê ji ber ku mafên wan ê çûnhatinê heye bêyî ku kesek zilam bi wan re hebe lewre rewşa cîhanê hatiye guhertin. Tevgera jinên Tûnisê di destxistina gelek mafan de bi ser ketiye ji ber biryarên qanûnî hebûn parastina mafên jinan kirin. Yek ji wan jî zagona 58’an a di sala 2017’an de derket bû.  Jinên Tûnisê xwedî gelek destkeftiyan in, bi taybet di warê siyasî û aborî de."

Çalakvanên jin di dawiyê de bang li civaka sivîl bi giştî û jinên Ereb û navdewletî kirin ku li dijî van biryarên têkildarî mafên jinan bikevin tevgerê û xwepêşandanan li dar bixin û daxwaz ji jinên Lîbyayê kirin ku ji bo parastina mafên xwe kar bikin bi taybetî jinên hiqûqnas.