Jinên Tûnisî bi têkoşîna li dijî qedexeyan 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin
Jinên Tûnisî 25’ê Mijdarê di bin siya krîz û qedexeyên siyasî de pêşwazî dikin. Endama Meclîsa Jinan a Demokratîk Fatma Saîdî bal kişand ser cihêkariya zayendî û got, "Jin di civakê de û di nava pêkhateyên civakî de hê jî rastî cudakariyê tên."
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Jinên Tûnisê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, di bin siya krîza siyasî ya li welat û êrîşên li ser destkeftiyên jinan de û bi berxwedana li dijî wan pîroz dikin. Parêzera mafên jinan a Tûnisî û endama Komeleya Jinan a Demokratîk Fatma Saîdî, tundiya li ser jinan a li welêt nirxand û diyar kir ku sedema sereke ya şîdetê cihêkariya zayendî ye.
Fethiye El Seîdî got: "Jin heta niha bi cihêkariya civakî re rû bi rû dimînin her wiha di nav saziyên avakirina civakî de jî cudakarî heye di nav de malbat û dibistan. Mixabin îro roj civak itîrafê bi wekheviya tam a di navbera jin û mêr de nake. Ev cudakariya di navbera herdû zayendan de heta niha heye."
Tundî zêde dibe
Di dewama axaftina xwe de Fethiye El Seîdî wiha got: "Tundiya li dijî jinan li Tûnisê di hin deman de zêde bû. Wek mînak di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de. Ew jî di dema kirîzên siyasî li pey hev li welat. Di nav de jî bûyera 25ê Tîrmehê ku heta niha dewam dike. Wê demê li hember siyasetmedarên jin hat sekinandin û li ser torên medya civakî axaftinên derew li ser wan hatina derxistin. Ev jî navê tundiya Sîber lê tê kirin. Ev tundiya han zirarên wê mîna tundiyên din in lê belê heta niha weke kiryar nehatiye hesibandin û heta astekê hêsan lê tê meyzandin."
Divê rêxistinên sîvîl bi hev re tevbigerin
Fethiye El Seîdî destnîşan kir ku tevî hebûna zagona 58’an a sala 2017’an jî ku li hember tundiya li dijî jinan têdikoşe di bilindbûneke dewam de ye bi taybet tundiya cinsî û qetilkirin û got: “Her wiha tundiya siyasî heye ji ber gelek rojnamevanên jin ji ber nerîn û çalakiyên xwe yên rojnamevanî ji aliyê desthilatê ve hatin girtin. Vê yekê jî vedigerîne sedema lawazbûna pêkanîna zagona parastinê li welat.”
Fethiye El Seîdî ji bo têkoşîna li hember hemû cureyên tundiya li dijî jinan jî teqezî bi girîngiya danîna binesaziyekê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro nêzî 100 tîmên taybet hene, lê belê ev ekîb hîn li tevahiya welêt belav nebûne. Pêwîste tîmên taybet tevbigerin. Ji bo jinên rastî şîdetê hatine bên zêdekirin û ji bo ku jinên rastî şîdetê bên alîkariyê bigirin û bên parastin."