Jinên Tûnisê dê li hember tundiyê bêdeng bimeşin
Dê jinên Tûnisê çalakiyên xwe yên 16 rojan ên li hemberî tundiya ser jinan di 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan de bi meşek bêdeng bidawî bikin.

Tûnis - Li Tûnisê şideta li ser jinan sal bi sal zêdetir dibe û li hemberî wê ji aliyê tevgerên jinan ve jî hewildanên sînorkirin û pêşîlêgirtina wê pir çêdibin. Tikildarî vê mijarê Seroka Komîteya li Hember Tundûtûjiyê ya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Celîla Zenaîdî nirxandin kir.
Celîla Zenaîdî got ku navendên guhdarkirinê yên komeleyê di sala 2019'an de 640 raporên bûyerên tûndûtûjiyê wergirtine, her wiha rêje di sala 2021'an de gihiştiye rêjeyek zêde û heya niha 1140 bûyer gihane ber destê wan. Celîla Zenaîdî diyar kir ku zêdebûna bûyerên şîdetê bi pandemiya Korona ve girêdayî zêdebûne, namze meha Adar û Nîsana 2021'an di dema qedexeya li herêmê ji ber belavbûna korona yê.
Qanûn tenê li ser kaxezê mane
Celîla zenaîdî bilêv kir ku daneyên heyî nîşan didin ku qanûna jimara 58'an ne aktive, tenê li ser kaxezê maye û mekanîzmayên pêwîst ji bo cîbicîkirina wê nehatine danîn ji ber wê jî qanûnên kevnar heya niha tên bikaranîn.
“Amadekariyên meşa jinan a bêdeng tê kirin”
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zoglamî jî da zanîn ku dê dînamîka femînîst li hemberî tundiyê meşeke bêdeng li dar bixe û di derbarê xebatên meşê de ev agahî da: “Meş wê 10'ê Kanûnê li ber navenda Wezareta Karên Jinê bê lidar bixin. Ev jî bi mûnasebet bûneya Roja Cîhanî a Mafê Mirovan û bi dawîbûna kampaniya 16'e rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendiya civakî.
Ji bo ku jin hêrs xwe ya li hember bêdengiya dewletê ya li hember tundiya li ser jinan û diyardeya kuştina jinan bidin diyarkirin meşa bêdeng guncaw hat dîtin.”
Seroka Meclîsa Jinên Demokratîk Nayla El-Zoglamî bang li dewletê kir ku dosyaya parastina jinan ji tundiyê bike bixe rojeva xwe û bike doza ewlehiya neteweyî.
Di meşê de tê payîn ku plansaziya dînamîka femînîst a ji bo rû bi rûbûna tundiya li ser jinê were pêşkêşkirin û wekî beyannameyekê ji bo hikûmetê bidin ku tê de pêwîstiya lêçûna taybet a ji bo tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê bê dayin û aktîvkirina qanûna 58'an û erêkirina mafê jinan di bernameya hikûmetê de.
Girûbên pêwindîdar di sala 2020'an de zêdetirî 15 hezar gilîkirinên şidetê tomar kirin. Ev jî diyar dike ku li gorî salên berê şidet 7 qat zêde bûye. Ji despêka salê de hejmara telefonên hatine 6 hezar debas kirine ku ji sedî 78 ji wan bûyerên şidetê û kategoriya zewacê ne. Ji sedî 74 ji wan bûyeran jî jinên ji aliyê hevjînê xwe rastî tundiyê hatine. Her wiha ji sedî 12 jî bûyer bi serê zarokan hatine.