Jinên Tûnisê bi zanist û ramyarî li dijî zihniyeta mêr têdikoşin

Akademîsyenên jin ên li Tûnisê diyar kirin ku destkeftiyên jinan ên li Tûnisê di bin xeterê de ne û dan zanîn ku li dijî zihniyeta mêr bi zanist û ramyariyê têkoşîna xwe didomînin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Têkoşîna jinan a li dijî rojên zayendperestiya civakî di her warî de didome. Bi taybetî di warê zanist û ramyarî de bi hezaran jinên akademîsyen hebûne û ji dîrokê ve heta niha bi bedelên mezin têkoşîna xwe didomînin. Çalakvana jin û parazvana mafên jinan û mamosteya felsefeyê Hezamî Mehcûb a ku di gelek zehmetiyan re derbas bûye lê belê têkoşîna xwe berdewam kiriye wiha got: "Tevgera femînîst li Tûnisê zûve heye û li cîhanê naskirî ye her wiha parastina jinan dike."

‘Piştî şoreşa 2011’an asta xebatên femînîst kêm bû’

Hezamî Mehcûb di berdewamiya axaftina xwe de bi gotinên "Ji sala 2011’an ve heta roja îro tê dîtin ku atmosfera azadiyê zêde ye, jin dikarin zêdetir çalak bin" destnîşan kir ku ew weke mamosteya felsefeyê, ji derve ve li mijaran seranser nagire dest, li naverok û cewherê wan dinêre. Hezamî Mehcûb wiha pêde çû: "Ji dema ku şoreşê dest pê kiriye ve heta niha, asta xebatên femînîst kêm bûye. Divê were gotin ku paşveger jî berdewam dike ji ber rêjeya jinan di parlamentoyê de lawaz bûye." Hezamî Mehcûb teqez kir ku dirûşmên heyî, li gorî rastiya heyî kêm dimînin, tundiya li dijî jinan jî zêde bûye. 

‘Tevgera femînîst berdewam dike’

Hezamî Mehcûb wiha berdewam kir: "Tevgera femînîst tevgereke berdewam e û bi berxwedana jinên Tûnisî hatiye afirandin. Loma jî dê têk neçe, destkeftiyên heyî jî her dem rastî gefan tên lê bi têkoşîn û berxwedanê nû dibin û bi pêş dikevin. Em nikarin bibêjin me bi dest xistiye, em çiqas hewl bidin jî kêmasî hene. Em hê jî daxwaz dikin, baş dizanin ku nakokî hene dixwazin em gavan bi paş ve bavêjin lê em ê her dem berdewam bikin."

Hezamî Mehcûb bang li hikûmeta niha kir ku mafên jinan biparêze û got: “Ji ber ku ger hikûmet tune be civaka sivîl nikare tevbigere û tişta hikûmet pêşkêş dike bi xelkê bide îqnakirin. Ji ber van sedeman baştirîn berxwedan, berxwedana ku jin ji nava dîwarên malan derdixin derve ye.”

‘Her jina ku bixwaze azad bibe dê têbikoşe’

Hezamî Mehmûd teqez kir ku tevgera femînîst nabe tenê di destên çepgiriyê de be û wiha berdewam kir: "Îro em nema behsa îstîsnayan dikin, filan kes bi çep yan rast re ye yan jî bi desthilatdariyê re yan li dijî wê ye. Her jina ku bixwaze azad bibe dê ji bo parastina destkeftiyên xwe yên azad bike û têbikoşe. Em ji bîr nekin ku rola mêran û girîngiya hebûna wan jî heye. Em nikarin behsa tevgereke femînîst bê mêran bikin ji ber tevger ne li dijî mêran e. Ew li dijî nêrîneke şaş e ji aliyê mêran a li jinan e." Hezamî Mehmûd bal kişand ku li Japonyayê mezintirîn tevgera femînîst mêr rêveberiya wê dikin. Jinên Japonî gihîştine wê asta têgihîştinê ku girîngiya hebûna zilaman heye ji bo armanc pêk were.

Rêwîtiya lêkolînê ya jinan

Der barê girêdana felsefeyê bi zilamperestiyê re li Tûnisê û cîhanê de jî got: "Piranî fîlozof ne tenê di felsefeyê de, di warên din de jî mêr in. Li gor dîtina min jin zêde hewl nadin xwe bigihîjînin. Lêkolîn û serkeftin ji naskirinê zêdetir ji wan re girîng in. Weke mînak ez weke jineke ku zanîngeh qedandiye ji diyaloga bi xwendekaran re kêfxweş im. Ji min re ne girîng e ez di çapemeniyê de derkevim. Mêr ji jinan zêdetir ji van karan re vekirî ne ji ber ew digihîjin asteke ku tenê li ser asta fikrî kar dikin."

Ji aliyê din ve bijîşk û lêkolîner Sumeya Bîdoh got ku divê jin di felsefeyê de bi xurtî hebin ji ber ku lêkolîn di serdema niha de dikare were kirin û teqez kir ku lêkolîn, hemû pirsgirêkên nû yên bi mirovan re lêkolîn dike.

Li ser pirtûkê dixebite

Sumeya Bîdoh diyar kir ku ew li ser derxistina pirtûka Biyotîqyayê ya femenîst dixebite ku tê de ekolojiya zayendî lêkolîn dike. Sumeye Bîdoh got: "Tişta niha çêdibe kareseteke xwezayî li ser ekolojyayê ye. Pileyên germahiyê û guhertina hewayê hemû ji ber em nizanin em çi li ku derê bikar bînin, çêdibin bi taybetî jin ji van mijaran bi bandor dibin.”

Sumeya Bîdoh got ku jin herî zêde divê gerdûnê biparêzin ji ber ku di vî warî de çalak in û felsefe jî wê karînê dide wan ku bi xakê ve girêdayî bin, ji bo wê biparêzin û bal kişand ku warê biyotîqyayê kar li ser jinan dike ji ber ew e ya li waneyên ekolojiyê li malê dide piştre digihîje civakê. Sumeye Bîdoh got ku pêwîstiya jinan bi roleke çalak di siyasetê de heye.