Jinên Tûnisê beşdarî çalakiyên Meşa Jinên Cîhanê dibe

Jinên Tûnisê beşdarî çalakiya nobeda elektronîk a ji aliyê Meşa Jinên Cîhanê ya bi pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hatî lidarxistin dibin.

NAZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis – Jinên Tûnisê îro beşdarî nobeda elektronîk a ku ji hêla Meşa Jinên Cîhanê ya bi pêşengiya jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve ji bo bîranîna komkujiya Rana Plaza ya 24’ê Nîsana 2013'an li Bangladeşê hatî organîzekirin dibe.

Koordînatora Tûnisê Nîma El-Nusairî ji ajansa me re wiha got: "Di nobeda elektronîk a ku îro tê organîzekirin de her welatiyê di komên hevrêziyê yên Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn de cih digire, dê dîmenên karkeran nîşan bidin."

Nîma El-Nusairî diyar kir ku Tûnis dê li ser bandora van şirketan a li ser karkerên jin ên di beşa taybet û beşa nerêxistinkirî de dixebitin û dijwariyên aborî yên ku li welat tê jiyîn û bandora wê li ser jinan biaxive û dê behsa rêyên peydakirina ewlehiya xwarinê û çareserkirina pirsgirêkan bike. Pêwîst e dengên jinan li ser asta cîhanî were yekirin ji bo derbaskirina binpêkirinên van şirketan.