Jinên Til Temirê taxên xwe diparêzin
Li ser banga Rêveberiya Xweser a ji bo seferberiyê, jinên bajarê Til Temirê li taxan dest bi nobedariya şevê kirin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Piştî ku şerê li Helebê rû da, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ û Cebhet El-Nusra bajarê Helebê girtin her wiha êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehbayê jî çêbûn. Zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînê jî careke din karwaniya wan a koçberiyê dest pê kir. Li ser xetere û metirsiya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên dewleta, Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir.
Têkildarî vê yekê jinên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê yên dest bi nobedariya şevê kirine, ji ajansa me re axivîn.
Hevseroka Meclisa Til Temirê bi çeka xwe nobedê digire
Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî ya ku ligel jinên din dest bi parastinê kiriye wiha dibêje: "Li ser banga seferberiyê, me bi awayekî bi rêk û pêk xwe birêxistin kiriye, tîmên parastinê tax bi tax hatin erkdarkirin û taxên xwe diparêzin. Ger dijmin valahiyê di rêxistinbûyîna me de bibîne, wê bikeve nava hewldanan. Ji lewre ji biçûkan heta ciwanan û kesên temenê wan mezin jî her kes îro şiyar e, li taxan parastinê dike da ku şaneyên razayî yên di nava komînan de ger hebin an jî ji derve derbasî komînê bibin werin naskirin û girtin."
'Girîng e em sîstema xwe ya xweparastinê bi pêş bixin'
Gulîxan Sofî diyar kir ku yên destpêkê di êrişan de tên hedefgirtin jin in û wiha pêl da gotinên xwe: "Dijmin di serî de jinan dike hedef, rewia jinên Êzidî û Efganistanê li ber çavan e çawa di bazaran de hatin firotin. Ji lewre pir girîng e ku jin xwedî li xwe derkevin, parastina civakê bingeh bigrin û hêza xwe ya cewherî bihêztir bikin. Ji bo ku em heman serpêhatiyan nejîn, divê îro em xwe bihêz bikin. Em heta dawî piştgiriya xwe bi gelê xwe yê Şehbayê re nîşan didin. Gelê Şehbayê bi darê zorê hat koçberkirin û rastî îşkence û zordariyê tê. Îro ew in, dibe sibê em bin ji bo wê ger em baş sîstema xwe ya xweparastinê bi pêş nexin, wê çarenûsa me têkçûyîn be. Îro her kes divê dakeve kolanan û taxên xwe biparêze, piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bike."
Yasmîn Tamir jî ji pêkhateyên Ereb e, çend meh berê perwerdeya bikaranîna çekê dîtiye, ji lewre niha li komîna Şehîd Warşîn ligel komeke jinan taxa xwe diparêze.
'Dem û pêvajo hêzê dixwazin'
Yasmîn Tamir li ser vê mijarê wiha dibêje: "Dîtina perwerdeya çekê di asta yekemîn de dikeve xizmeta me jinan, ew ji fêrbûna çekê wêdetir e ku em bikaribin li hemberî her xeterê amade bin. Her kes bêyî ku jinek jî red bike, nobedariyê dike. Di wexteke ku herêma me rastî êriş û xeterê tê, em li vir bi parastina taxan, xwe ji her cure êrişan re amade dikin. Ji destpêka êrişên ku li ser herêma me çêbûn, em hewl didin dîwarê tirsê bişkînin, ji ber hêzê dixwaze."
'Dîlgirtina şervanên jin me naşkîne em bihêztir dibin'
Yasmîn Tamir bal kişand ser dîmenên şervanên jin yên li Şehbayê dîl hatine girtin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dîlgirtina hevriyên me, me naşkîne me bihêztir dike. Em dîlgirtina şervanên jin qet qebûl nakin. Jin yek in parastina maf û mirovahiyê dikin. Li ser vê yekê jî divê ku jin beşdarî nava refên YPJ’ê bibin û em şerê gelê xwe yê şoreşgerî pêk bînin."
'Divê qirkirina koçberan raweste'
Yasmîn Tamir banga rawestandina şer kir û wiha bi dawî kir: "Divê êdî şer biqede, gel êdî neyê koçberkirin û bi qetilaman re rûbirû nemîne. Êrişên ku îro dibin, ji destpêka krîza Sûriyeyê ve didomin. Em jî li dijî şer in lê ger şerek çêbibe em neçar in parastina bajar û civaka xwe bikin. Ji lewre divê ku dewlet li hemberî komkujiyên ku îro gel û koçberên Efrînê û Şehbayê dijîn, bêhelwest nemînin û bilez tevbigerin, ji ber ku gelê me ye yê ku tê qirkirin. Divê ku pêşî li qirkirina jin, zarok û kesên temenê wan mezin were girtin."