Jinên tevlî Newroza Amedê bîne: Em ê bêdeng nebin

Jinên tevlî Newroza Amedê bûne gotin: “Ji dema Kawayê Hemdem heya niha me vê kelecana xwe zindî hêlaye.” û dan zanîn ku Ew ê bêdeng nebin.

Amed – Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi diruşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîroz kirin. Ji welatên Rojhilata Navîn û Ewruparê gelek siyasetmendar, rojnameger, akademîsyen û ronakbîr beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gelek kesayetên ji welatên Îraq, Misir, Lubnan, Mexrib, Tunis, Urdun, Yemen, Herêma Bakurê Kurdistanê, Bakurê Afrîqa û gelek welatên Ewrupayê li ser dawetiyê hatin cihê xwe di protokolê de girtin. Welatiyên berbanga sibê berê xwe dan qadê rastî astengiya polîsan hatin. Ciwanan astengiya polîsan derbaskirin.

“Bila tecrîd bi dawî bibe”

Li qada ku Newroz li gel hemû astengiyan jî bi coş dewam dike me mikrofun dirêjî jinan kri. Ji jinên bi cilên xwe yên renga reng reng dane qadê Ozlem Yildiz got: “Newroz ji bo me despêka hatina biharê ye, sembola azadî û aramiyê ye. Îro bi sed hezaran ji bo pîrozkirina vê cejnê herikîne qadan. Bila girtîgeh bên valakirin û dawî li tecrîdê bê. Em her sal li vê derê ne. Çî dibe bila bibe emê her sal bên.”

“Em azadiyê dixwazin”

Fatma Timur jî got:  “Newroz ji bo gelê Kurd cejnek giringe. Em her sal bi kelecan vê roja ji bo gelê Kurd giring pêşwazî dikin. Em êrîşên ser gelê Kurd şermezar dikin û azdiya xwe dixwazin. Ji bo gurkirina agirê têkoşînê em li vêderê ne. Bi salane em vê cejnê pîroz dikin û emê dewam bikin.”

“Newroz hêviye”

Feride Yıldırım jî da zanîn ku Newroz mizgîniya biharê ye û wiha domand: “Newroz tê wateya biharê, kelecanê, aramî û hêviyê. Em her sal bi vê hestê berê xwe didin qada newrozê. Li gel hemû astengiyan jî em hatin qadê û bi kelecan Newrozê pîroz dikin.”

“Em ê bêdeng nebin”

Bişeh Ulker jî got, “Newroz ji bo gelê Kurd cejnek taybete. Kelecan a me bi aghirê Newrozê re zêdetir dibe û bi vê kelecanê emê pêşwaziya biharê bikin. Ji dema Kawayê Hemdem heya niha me vê kelecana xwe zindî hêlaye. Me hemû Newroz û bihar bi vê kelecanê pêşwazî kiriye. Ez cejna hemû gelê Kurd pîroz dikim. Emê bêdeng nebin.”