Jinên Suweydayî: Divê ev sûc bê ceza nemîne

Bi sedan niştecihên Suweydayê li Qada Karama kom bûn, daxwaza vekirina korîdorên mirovî û ji bo lêkolînkirina komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan şandina komîteyek kirin û gotin: “Divê ev sûc bê ceza nemînin.”

Suweyda – Îro li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, xwepêşandanekî girseyî hat li dar xistin. Bi sedan kes li Qada Karama kom bûn û vegera komên terorîst ên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê ya ji bo bajêr red kirin. Di xwepêşandanê de beşdariya zêde ya jinan balkişand. Jinan, pankartên dirûşmeyên serbixwe hatine nivîsandin hilgirtin û komkujiyên komên girêdayî HTŞ’ê ya li dijî sivîlan şermezar kirin.

Li gel xwepêşandanên li navenda bajarê Suweydayê, li bajarokên girêdayî bajer jî xwepêşandan hatin li dar xistin. Gel, daxwazên xwe yên siyasî û mirovî anîn ziman û balkişandin li ser mafên xwe yên tayînkirina çarenûsa xwe. Xwepêşanderan, bi dengekî bilind, daxwaza rakirina dorpêç, vekirina deriyan û gihandina alîkariya xurek û tibî kirin. Di heman deme de, ji bo sivîlan banga parastina navnetewî kirin.

‘Em tu caran nebûn mezhebî’

Yek ji beşdarên xwepêşandanê çalakvan Nur Humeydan, wiha axivî: “Gelê Kurd mînaka me ya berxwedanê ye. Gelê Kurd tucaran me tenê nehiştin. Em tuc aran li Suweydayê nebûn mezhebî. Me bi Xiristiyan û mezhebên din re bi hev re jiyan kir. Em îro li dijî zilmê radiwestin û daxwaza vekirina korîdorên mirovî û ji bo lêkolînkirina komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan şandina komîteyek dikin. Divê ev sûc bê ceza nemînin.”

‘Em daxwaza rizgarkirina jinên hatine revandin dikin’

Jina bi navê Floyd Abu Ras jî, destnîşan kir ku bûyerên li Suweydayê tên jiyîn, karesetek kûrewî ye û got: “Em bang li hemû cîhanê dikin ku li kêleka me biseknîn. Em parastinek rast a navneteweyî dixwazin. Em daxwaza rizgarkirina jinên hatine revandin dikin. Em ji bo van tu bazariyê qebûl nakin. Em herçend ji ver dorpêçê ji birçîbûnê bimrin jî, ji bo me tişta herî girîng rizgarkirina wan e.”

Floyd Abu Ras, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dema ku zarokên me hatin qetilkirin û jinên me rastî tecawizê hatin, kes neket tevgerê. Lê me di gelan de rûmetê dît. Kesên ku dirûşmeyên olî berzkirin, him ji ol û him jî ji mirovatiyê re xiyanetê kirin.”

‘Dorpêça tund û mirina hêdî’

Dîla Ebû el-Fadl a ji gundewarê rojavayê Suweydayê, der barê mezinbûna êşa rojane ya di bin dorpêçê de axivî: "Zêdetirî meh û nîv e, ne derman, ne xurek û ne jî av nîne. Mirov ji birçîbûne dimirin û hêza me nîne ku em cenazeyên li ser rêyan rakin. Rewş pir trajîk e. Yekane daxwaza me ew e ku ji bo ketina xurek û alîkariyan deriyên mirovî vebibe. Em bê sûc in. Em yek gel in, lewma emê bibin yek dest. Xwîna kesekî Sûrî, ji bo kesekî din a Sûrî heram e. Divê di nava Durzî, Sunî û Xiristiyan de cudakarî neyê kirin. Pêwîste em li dijî vê zilmê bibin yek.”

Nughem Serayeddîn jî bertekek tund nîşan da û da zanîn gel baweriya xwe bi welatên din winda kiriye û got: "Piştî hemû xiyanetên li dijî me hatin kirin û îlankirina seferberiya giştî ya li dijî me, qet nepêkan e ku em bi wan re bi hev re bijîn.”

‘Koçberî, qetlîam û daxwazên lêkolînek navneteweyî’

Basîma el-Uqbanî jî destnîşan kir ku tiştê li gundewarên rojava û bakurê Suweydayê yên kirin, ne tenê pevçûn e, êrîşek qirkirinê ye. Basîma el-Uqbanî, da zanîn gund hatine şewitandin, zêdetirî 190 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û îro bêyî av, kerebe û sotemenî li navendên stargehê dijîn û got: "Em daxwaza komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî dikin. Divê binpêkirin bên belgekirin, koçber vegerin malên xwe û dawî li bicihkirina hêzên ku rê li ber vegera mirovan digrin bê anîn. Ev mijarek mirovî ye. Mirovan nikarin bê mal, bê xwarin û bê derman bimînin. Divê demildest riya mirovî û navneteweyî bê vekirin.”