Jinên Suweydayê: Girtî doz û rûmeta me ne

Jinên ku beşdarî çalakiya komeleya "Sened" a li bajaroka Şehba ya bajarê Suweydayê bûne dan zanîn ku naskirina çarenûsa kesên girtî dozên wan ên sereke ne, ji ber ku ew rûmet û azadiya wan temsîl dikin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Her roja Sêşemê jinên Komeleya "Sened" û alîgirên wan li bajaroka Şehbayê, li Suweydayê tên ba hev û xwepêşandanek li dar dixin. Bi wêneyên kesên revandî, ew soza xwe ya zanîna çarenûsa girtiyan, nû dikin û tekez dikin ku heya girtî neyên berdan dê çalakiya xwe ya rûniştinê ranewestînin. Armanca xwepêşandanê ew e ku zextê li rayedarên pêwendîdar bikin da ku çarenûsa jin û mêrên revandî eşkare bikin.

'Kesên girtî rûmeta me ne'

Mamosteya malnişîne û endama Komeleya "Sened" Hoda Xedaj da zanîn ku kesên girtî rûmeta wan in û ji bo nasîna çarenûsa wan wê gav paşve navêjin û got: "Em ji bo alîkariya malbatên kesên revandî bikin, tên ba hev û çalakiyên xwe li dar dixin. Ji destpêka êrîşan ve her sêşem li hev dicivin û daxwaza berdana kesên girtî dikin. Ew doz û rûmeta me temsîl dikin. Heta ku çarenûsa wan eşkare dibe dê çalakiyên me dewam bikin. Em li ser azadî û rûmetê mezin bûne û tu car terka doza xwe nakin."

'Dayîk li benda zarokên xwe ne'

Endama komeleya ‘Sened’ Rania Nassif derbarê çalakiyên ku li dar dixin de wiha axivî: “Em beşdarî xwepêşandana heftane dibin da ku çarenûsa jin û mêrên revandî yên ku bi zorê winda bûne, eşkere bikin. Ev kur û keçên me ne û dayîkên wan bi bêsebrî li benda wan in, nikarin razên. Em hêvî dikin ku çalakiya me ya din dê ya dawî be û ew azad vegerin nav malbatên xwe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dikin ku bi cidî doza wan bigrin dest.”

'Ji dilê mîratê em dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikin'

Ji tîma "Basmat Watan" a li Şehbayê Wefaa Xedaj sembolîzma cihê xwepêşandanê tekez kir û got: "Em li vir li cihekî mîratî ne ku xwedî wateyên kûr li bajarê Şahbayê ye. Ev cih xwedî nirxek dîrokî ya mezin e û ji wir em dengê xwe bilind dikin da ku mafên xwe bi hemû biryardarî, azadî, bawerî û ewlehiyê bixwazin. Em daxwaza vegera jin û xortên xwe yên azad ku bi zorê hatine revandin, dikin."

'Ew bê sedem hatin revandin'

Mamosteyeke malnişîne Munira El-Qebanî, çîroka xwe bi êşeke kûr vegot: "Yek ji xizmên min ku debara malbata xwe dikir, di 15'ê Tîrmehê de hate revandin. Ew bêçek bû. Bi çi mafê hate revandin? Em bang li cîhanê dikin ku li kêleka me bisekinin û xwedî li doza gel derkevin. Em daxwaza vegera bêgunehan dikin ku bê sûc, bê çek û bê sedem hatine revandin. Em miletek aştîxwaz in ku nefret û xerabiyê nas nakin."

'Huner jî cureyek ji berxwedanê ye'

Hunermenda ji bajarê Suweydayê Sahar Mekarem, helwesta xwe bi firçe û rengan anî ziman: "Îro me hilbijart ku êşê di tabloyên xwe de nîşan bidin, dengê dayîkên ku ji ber windakirina zarokên xwe xemgîn in, dengê malbatên ku hê jî li benda vegera hezkiriyên xwe ne û dengê kesên ku zarokên xwe di êrîşên li ser Suweydayê de ji aliyê cîhadîstên HTŞ'ê ve winda kirine, vebêjin. Em êşê nîşan didin û edaletê dixwazin, ji ber ku huner jî berxwedan e."