Jinên Suweydayê endamên Meclîsa Gel weke “kukla” bi nav dikin

Jinên Suweydayê teqez kirin ku ew ê hilbijartinên Meclîsa Gel boykot bikin, ji ber ku Meclîsa Gel ev 50 sal e di berjewendiya gel de nexebitiye.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda - 5’ê Tîrmehê roja înê, mirovên hemû gundên bajarê Suweyda yê Suriyeyê careke din li meydana El-Karama kom bûn, bi dirûşmeyên ku doza wan a ji bo bidestxistina Suriyeke demokratîk îfade dike û pankartên banga boykotkirina hilbijartinên Meclîsa Gel bilind kirin.

Di nava hefteya borî de gel, pankartên banga boykotkirina hilbijartinên Meclîsa Gel a ku tê plankirin di 15’ê Tîrmehê bê kirin, belav kirin.

Jinên Suweydayê yên ku ev 324 roj in dengê herî bilind ê şoreşê ne, çalakiyan koordîne dikin û stranên navûdeng dibêjin, niha jî banga boykotkirina hilbijartinan dikin.

‘Hilbijartin ji bo sûcên wan wek qilifek e’

Rihab Kamal al-Din a ku dibêje: “Yên ku namzetê hilbijartinan in, diz in” wiha got: “Ev hilbijartin qilifeke ji bo kiryar û sûcên wan û navên nûnerên Meclîsa Gel bêyî hilbijartinan amede ne, lê ji bo diyarkirina dizên ku namzet in, hebûna hilbijartinê îlan dikin.”

Kerry got ku Meclîsa Gel ev 50 sal e di berjewendiya gel de nexebitiye û bêyî razîbûna gel bi awayekî “sexte” serketî bûn ji ber ku di bin gefa jikaravêtin û birîna meaşan de karmendan neçar kirin ku deng bidin.

‘Armanca nûnerên Meclîsa Gel gihiştina meaşek baş e’

Şêwirmenda malî ya karbes Fadwa al-Issami ku bi qasî ku ji destê wê tê li meydanê amede ye, diyar kir ku hilbijartin ji bo “kuklayên” heyî guhertineke îmajê ye û got: “Di hemû jiyana xwe ya pîşeyî de min dengê xwe da vê meclîsê da ku mafên me bide me, lê ji destpêkê ve tiştek neda me û nûnerên Meclîsa Gel jî armanca wan ew e ku meaşek baş û otomobîlek baş bistînin.”

‘Em namzedên bune amûrên rejîmê boykot dikin’

Tagreed el-Basit jî got ku bajarê Suweyda gihiştiye “tîbûnê” û ev yek ji bo gelê ku li dijî “gendeliyê” serî hildane ceza ye û bal kişand ser wê yekê ku ev hilbijartin “nûnertiya” gel nake, di rastî de nûnertiya hikûmetê dike û got: “Em vê lîstikê li Suweydayê red dikin û namzedên ku bûne amûrên rejîmê boykot dikin.”