Jinên Suryan: Rêveberiya Xweser mînaka parastina her netew, ol û baweriyan e

Jinên Suryan kiryarên li dijî ol û baweriyên Xirstiyan ku li Hema û Laziqiyê pêk tê şermezar kirin û gotin: “Rêveberiya Xweser mînaka parastina hemû netew, ol û baweriyan e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ev 14 sal in ku xelkên li tevahiya Sûriyê têkoşîn û berxwedana xwe ji bo kêliya hilweşandina sîstemek yekperest û yeknetew nîşan dide. Lê piştî hilweşandina rêjîma Sûrî, hikûmeta demkî hat avakirin. Di rojên ku her kes behsa Sûriyeke nû dike de, hebûna jinê tê redkirin. Her wiha li Hemayê ol û baweriyên Xirîstiyanan tên binpêkirin û civaka Elewî rastî şidet û destdirêjiyê tê.   

Jinên Suryan li hember vê yekê bêdeng namînin. Jinên ku xetereya der barê pêşeroja xwe de dibînin, têkildarî vê mijarê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinan banga avakirina Sûriyeke nû ku sîstema Rêveberiya Xweser mînak were dîtin, kirin.

‘Sûriya nû bila bi hişmendiya jinê bê avakirin’

Sîlva Berî da zanîn ku Sûriya bi hişmendiya jinê bê avakirin, ewê bibe Sûriyeke nû, demokrat û wekhev. Sîlva, hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Bi jina azad, civakek azad tê avakirin, lewma hebûna jinê di avakirina Sûriyê de ji bo her pêkhateyî girîng û bi wate ye. Siyaset û biryarên ku hebûna jinan red dikin, em qebûl nakin û em vêya wek siyastek qirker pênase dikin. Jin di Şoreşa Rojava de, di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, di hemû qadên jiyanê de pêşeng û xwedî rol û misyon e. Jin di sîstema Hevserokatiyê de mînak û xwedî biryar e, di qada leşkerî de, di şexsê YPJ’ê de mînaka ceger û hêzê ye. Em Sûriyeke bê hebûna jinê û bê rola jinê qebûl nakin. Em dixwazin ku Sûriyeke bi hişmendiya jinê bidin avakirin.”

‘Dixwazin tevlihevî û perçekirinê di nav netewan de çêkin’

Sîlva balkişand ser kiryarên li dijî civaka Elewî û ol û baweriyan. Sîlva ev yek mîna kiryarên qirkirina gelan binav kir û axaftina xwe wiha domand: “Kiryarên li dijî ol û baweriyan ku li Hemayê pêk hatin, li ser civaka Elewî berdewam dikin. Em van kiryaran şermezar dikin. Armanca kiryarên ku tên meşandin, avakirina tevlihevî û perçekirina di nava pêkhateyan de ye. Di bin navê olperestiyê de dixwazin civakan qir bikin û bi komkujiyan re rû bi rû bihêlin. Bi vî rengî jî em nikarin bêjin Sûriyeke nû tê avakirin. Sûriya nû, bi yekîtiya pêkhateyan û hevgirtina wan dikare bê avakirin.”

’Biryara xeta tekoşîn û berxwedanê ewê bidome’

Katrîn Losrîn diyar kir ku hevgirtin û yekîtiya gelan bû sedema hilweşandina rêjîma Baasê. Katrîn da zanîn ku di Sûriya nû de bêyî parastina mafê gelan, kesên ji her pêkhate û mezheban, neyê qebûlkirin. Katrîn  wiha got: “Di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de hemû pêkhate yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen hevgirtin û yekîtiya xwe ava kirin. Ji bo hilweşandina sîstemek ku bi salan yek alî û yekrengiyê ferz dikir, biryara têkoşîn û berxwedaniyê da û gihîşt armanca xwe. Lê piştî wê em dibînin ku kiryarên redkirina rola jine, kiryarên li dijî ol û baweriyan û her wiha destdirêjî û şîdeta li ser Elewiyan pêk tên. Ev kiryar nayê qebûlkirin. Em Sûriyeke pir rengî dixwazin. Lewma sîstemek ku yekrengiyê li me ferz bike, em qebûl nakin. Ji bo ku em bikaribin van kiryaran bidin sekinandin, pêwîstî bi bilindkirina asta têkoşînê ya li tevahiya Sûriyê heye.”

‘YPJ berxwedanek dîrokî nîşan dide’

Katrîn balkişand ser berxwedaniya Yekîniya Prastina Jinê (YPJ)’ê ya li bendava Şehîdan (Tişrîn) ku mînak e û wiha got: “YPJ û QSD ji bo parastina xaka me û tevahî netewan, îro şerek dîrokî li bendava şehîdan nîşan didin. Ev berxwedanî mînak e û peyam e ji bo tevahî cihanê ku li hember teknîka herî pêşketî û balafiran jî jin di qada leşkerî de pêşeng û nimûne ye.”