Jinên Sûriyeyê saleke bi tundî û qirkirinê li pey xwe hiştin – GOTAR
Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ji 27’ê Mijdara 2024’an ve heta niha, jiyana jinên Sûriyeyê veguherandine dojehê. Di saetê de 10 jin tên qetilkirin, îşkencekirin, rastî destdirêjiyê tên û tên revandin û koçberkirin.
BERÇEM CÛDÎ
Çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst ev salek e xwe xistine navenda rêvebirin û desthilatdariya Sûriyeyê. Ji Mijdara 2024’an ve heta niha rojane sûcên şer pêk tînin ku mixabin jinên Kurd, Elewî, Durzî û hwd. di navenda van êrîşên tunekirinê de ne.
Di 27’ê Mijdara 2024’an de gelên Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salan li ser desthilatdariyê ma meşandin, çavên xwe vekirin. Gelê ku bi kêfxweşî li benda guherînên baş bû bi rewşeke dijberî wê re rûbirû ma? Çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst ku xwe weke hêzên rizgarkirina Sûriyeyê û hikumeta veguhêz ragihandin û hêviyên gelan, xeyalên jinan û pêşeroja wan bi hişmendiyeke zayendperest, nijadperest û olperest binax kirin, Sûriyeyê ber bi pêvajoyeke bi xeter û nediyar ve birin.
Êrîşên destpêkê: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naşibe tu cuhek din
HTŞ di 9’ Kanûna 2024’an de êdî bû fermî bû hêza rêveber û leşkerî ya Sûriyeyê. Bi vê gava xapînok re, di destpêkê de çeteyên cîhadîst di bin navê rizgarkirina tevahî axa Sûreyeyê de berê xwe dan gelek navendan. Çeteyên girêdayî dewletan, yekser rewşa Sûriyeyê weke derfeta berfirehkirina dagirkeriya rêveberên xwe girtin dest û êrîşî kantona Minbicê kirin. Ji Minbicê êrîş berfireh bûn û heta pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê çûn. Di hemdema van êrîşên dijwar de, êrîşên çekdarên HTŞ’ê li taxên Kurdan ên Helebê û bi taybetî li Eşrefiyê û Şêx Meqsûd jî zêde bûn. Li hemberî êrîşên ku çêbûn, gelên herêmê, bi hêzên xwe QSD’ê re berxwedaneke mezin a xweparastinê dan meşandin. Çeteyên ku bêserûber welatî bombebaran kirin, rastî sekneke bi biryar hatin ku jinan bi canê xwe, ciwanan bi hêza xwe raber kirin bi giştî pêkhateyên wê bi baweriyeke mezin êrîş şikandin.
Çeteyên cîhadîst ku roj bi roj serweriya xwe li tevahî axa Sûriyeyê berfireh kirin, di asta yekem de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn armanca êrîşên xwe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û gelên wê, dikaribûn li dijî êrîşên sîstematîk berxwedaneke mezin nîşan bidin ku ji bilî kantona Minbicê, bihostek axa wê negirtin.
Şerê mezhebî û komkujiyên sîstematîk
Çeteyên ku encam ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negirtin û heybeta wan a di bin navê rizgarkirina Sûriyeyê de lewaz bû, berê xwe dan bajarên din ên Sûriyeyê. Di destpêkê de li herêmên peravê Laziqiyê, Tartûs, Humis û Hemayê ku niştecihên wan Elewî ne, dest bi êrîşên hov û dijwar kirin. Li hemberî gelê Elewî komkujiyên sîstematîk hatin meşandin ku di encamê de bi sedan zarok, jin, ciwan û extiyar di nava livînan, mal û kolanan hatin qetilkirin. Li herêmên peravê çeteyan malbat bi temamî qetil kirin û dawî li neslê wan anîn, serê zarokan jêkirin, dest dirêjî kirin û wan revandin. Komkujiyên wisa hatin kirin ku êrîş ketin qonaxa şerê mezhebî.
Suweyda û qirkirina Durziyan
Piştî komkujiyên li peravê çêbûn êdî netew û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn ketin rewşa seferberî û hewldanên xweparastina ji êrîşên qirkirinê. Di meha Tîrmehê de çekdarên hikumetê vê carê berê xwe dan bajarê Suweydayê ku gelê wê Durzî ye. Di 48 saetên destpêkê yên êrîşan de zêdetirî 100 Durzî hatin qetilkirin, mal û mulkên wan talan û wêran bûn. Bajarê Suweydayê ku yekser bi ketina rewşa xweparastina ji êrîşan, dikaribû li dijî êrîşan li ber xwe bide û êrîşên çekdarên HTŞ’ê û eşîrên Bedû têk bibe. Tevî vê yekê jî li Suweydayê ku dikeve Başûrê Sûriyeyê ziyanên pir mezin çêbûn komkujiyên mezin hatin kirin.
Salek bi qirkirin û tunekirinê derbas bû
HTŞ’ê li Bakur, Rojhilat, Başûr, Bakur-Rojavayê Sûriyeyê bi sedan komkujiyên ku weke sûcên şer jî tên pênasekirin kir. Di encama van êrîşan de bi sedan jinên Kurd, Ereb, Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Jixwe ji bo jinan rewş cudatir bû, jin ne tenê di bin navê nasname, mezheb û neteweya xwe de hatin qetilkirin. Li Sûriyeyê tenê mirov jin be têr dike ku were qetilkirin, rastî tecawiz, revandin û îşkencekirinê werin. Ji bo vê jî ji bilî jinên ku di komkujiyên komî de hatin qetilkirin, jinên Sûriyeyê di şert, merc û deverên cuda de rûbirûyê heman kiryaran man.
Desthilatdariya niha li Şamê li ser jinan zagonên herî hişk ferz dike, bi wateyeke din em dikarin bibêjin ku jin di nava bêewlehiyek metirsîdar de dijîn. Ji ber nebûna rêveberiyeke rastîn, artêşeke rêxistinkirî û destûreke demokratîk li Sûriyeyê jin di mal, kolan û bajarên xwe de tên revandin, destdirêjî li wan tê kirin, tên qetilkirin, îşkencekirin, koçberkirin, firotin û rastî gelek awayên tundiyê tên. Lewre dive mirov bibêje ku jinên Sûriyeyê, bi qasî 14 salên aloziyê di salek de heman tişt jiyane.
Li dijî her cure êrîşan têkoşîneke hevpar a siyasî xweparastin û hiqûqî divê
Jinên Sûriyeyê di warê têkoşîn, berxwedan û sekna xwe de xwedî mîrateyeke ku digihîje beriya damezrandina komarê ne. Jinên Sûriyeyê di warê pêşengî û berxwedanê de mohra xwe li dîroka Sûriyeyê dane ku Zenûbiya yek ji van mînakan e. Di heman demê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî ezmûneke 12 salan a têkoşînê ne, dikarin di vî warî de bandoreke mezin li ser jinan bikin. Ji bo vê jî riya rizgariya jinên Sûriyeyê ji her cure êrîşên ku pêk tên bi riya avakirina pergaleke ku mafên jinan ên siyasî, hiqûqî û civakî misoger bike pêkan e. Her wiha di rewşa tevlîhev a niha Sûriye dijî de, pêwistiya jinan bi taybetî bi pergala xweparastinê heye. Ger jinên Sûriyeyê di warê xweparastinê gaveke şênber bavêjin, pêkan e ku hebûna xwe ya di qada siyasî û hiqûqî ya li Sûriyeyê de jî misoger bikin. Ev mijar jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya hevpeymana Civakî hatine misogerkirin lê dem hatiye ku di asta hemû Sûriyeyê de bibe hebûneke mayînde.
*Rojnamege