Jinên Sûriyeyê li ser medyaya dîjîtal behsa zextên li ser xwe kirin
Piştî ku Şam ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hate dagirkirin, jinan bi dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal weşandin zextên li ser xwe anîn se ziman.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî paytexta Sûriyê Şam bi dest xistin û dest danî ser rêveberiyê, li gelek deveran nûçeyên komkujî, îşkence û tecawizê tên, bi taybet jin û kêmîneyên olî.
Hin jinan, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal zextên li wan tê kirin parvekirin.
Lîstikvan Îliana Saad diyar kir ku dema ew bi komek hevalên xwe re li Şamê bi erebê diçûn, li nuqteyeke kontrolê ya ji aliyê endamên komên çete yên cîhadî ve hatiye çêkirin hatine rawestandin û ji wan re gotine "Em niha di nava dewleta Îslamî de ne. Jin nikarin bêyî mahremê xwe ji malê derkevin."
https://twitter.com/i/status/1866251050648469684
Êrîşî wan kirin
Jineke Xiristiyan a Lubnanî ku li Sûriyeyê dijî, diyar kir ku birayê wê yê ku bi diya xwe re li Laziqiyê dijî, piştî ku çeteyên HTŞ Şamê dagir kir, rastî êrîşa cîranên xwe hat û ji wan re gotin, "Hûn xiristiyan in, ji malê derkevin. em te li vir naxwazin."
https://twitter.com/i/status/1866889308399079882
Baweriya wan tê pirsîn
Nûçegihan Mirella Ebû-Şenab ku Xiristiyana Şamê ye jî diyar kir ku cara yekem li navenda Şamê ji aliyê rêxistinên çete yên cîhadî ve hatiye pirsîn ka ew "Elewî, Xiristiyan, Durzî yan Şîî" ye.