Jinên Sûriyeyê: Hevgirtina jinan riya çareseriyê ye

Jinên beşdarî Foruma Diyalogê ya jinên Sûriyeyê bûn tekez kirin ku hevgirtina jinan di bin pergala neteweya demokratîk de wê bibe riya çareseriya krîzên Sûriyeyê û gotin ku di çareserkirina krîza Sûriyeyê de jin pêşengiyê dikin.

Heleb – Di navbera 18-19’ê Cotmehê de Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiya li Sûriyeyê ye" li Helebê Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî li dar xist. 100 jinên ji bajar û heremên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê beşdarî forumê bûn.

Di roja yekemîn de mijarên; "Stratejiyên çareseriyê aloziya Sûriyeyê bi çavên jinan" û "Beşdariya giştî ya jinên Sûriyeyî" hatin nîqaşkirin. Di roja duyemîn de jî mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di aştiyê de" hat nîqaşkirin. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî forumê bûne ji ajansa me re axivîn.

‘Çareseriya pirsgirêkan bi hevgirtina jinan pêkan e’

Rêvebera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Cîhan Mihemed da zanîn ku jin di çareserkirina krîza Sûriyeyê de pêşengiyê dikin, di avakirina aştiyê de xwedî rol in û wiha anî ziman: “Îro me foruma diyalogê li dar xistiye bi armanca ku em bikaribin bi hev re çareseriyê ji bo krîza Sûriyeyê bibînin. Jin ji tevahî Sûriyeyê beşdar bûne û em ê bi nêrînê jinan bigihîjin armanceke pir xurt. Di aloziya Sûriyeyê de yên ku zor, zehmetî, windakirinê dîtin û rastî hemû cureyên tundiyê hatine jin in. Lewma em dibînin ku çareseriya krîza Sûriyeyê wê bi dest û nêrîna jinan be. Divê jin di destûrê de cih bigrin da ku Sûriyeya demokratîk, ne navendî were avakirin. Tişta balkêş di vê foruma diyalogî de ew e ku jin ji her bajarê Sûriyeyê beşdar bûne û ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û gihîştina aştiyê li hev kom bûne, nîqaş dikin. Em bang li jinên Sûriyeyê dikin ku xwe li hev bigrin da ku bikaribin di avakirina Sûriyeya demokratîk de bi hişmendiyek azad xwedî rol û misyon bin.”

‘Rêveberiya Xweser mînaka demokrasiyê ye’

Hevseroka Meclisa zagonsaz a Dêrazorê Şehnaz Hifil tekez kir ku sîstema Rêveberiya Xweser mînaka demokrasî û çareseriya krîza Sûriyeyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Projeya Rêveberiya Xweser projeyek bi riya fikir û felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye pêşkêşkirin e. Ev proje xwe li ser azadiya jinan û wekheviya gelan dide meşandin lewma em dibînin ku bûye nimûneya çareseriya hemû krîzan. Di vê projeyê de jinan di tevahî qadên jiyanê de cih girt, bûn xwedî biryar û pêşengî kirin. Pergala neteweya demokratîk hevgirtina gelan esas digre. Lewma em pêkhateyên Sûriyeyê, wê ji bo xwe pergala bingehîn dibînin û li ser wê bingehê me xwe birêxistin kir.”

‘Yekitî û hevgirtina jinan wê bibe bersiv ji krîzên Rojhilata Navîn re’

Şehnaz Hifil bal kişand ser hêza jinan di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û wiha got: “Em dixwazin hemû jinên Sûriyeyê vê projeyê bizanibin da ku hevgirtina xwe ava bikin û bibin bersiv ji krîza Sûriyeyê re. Ev krîz bi yekitî û hevgirtina jinan dê were çareserkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan aniye ziman ku ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinan lewma îro em vê bi çavên xwe dibînin û tesbît dikin ku jinan di her qadê de cih girtine û wê bibin hêza çareseriya hemû krîzan. Rêber Ocalan aniye ziman ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi şoreşeke jinan a wekî şoreşa neolîtîk heye. Rêber Ocalan bi îradeya jinan û rêxistinbûyîna wan bawer dike ji bo wê gere em jî asta têkoşîna xwe bilind bikin û bi hevgirtinê xwedî li vê baweriyê derkevin, bibin bersiv.”