Jinên Sûdanî yên vegeriyan jiyanê ji nû ve diafirînin
Jinên koçber ên Sûdanî ku ji ber şer koç kiribûn û piştî aramiyek bi sînor dîsa vegeriyan welatê xwe, bi projeyên ku jin pêşengiya wan dikin, jiyanê ji nû ve diafirînin.

EYA IBRAHÎM
Sûdan – Jinên Sûdanî hê jî bedêlên şerê ku ji nîvê Nîsana 2023'an vir ve li welatê wan diqewime, didin. Ew bi binpêkirin û rêwîtiya koçberiyê ya berdewam re rûbirû dimînin, ku wek "krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê" tê binavkirin. Di encama vî şerî de zêdetirî 12 milyon mirov neçar mane ku terka malên xwe bidin.
Jinên penaber di warê aborî de tên hêzdarkirin
Pispora civakî Taqwa Mubarek dibêje ku jinên koçber ji ber koçberiyê bi pirsgirêkên aloz re rûbirû dimînin û piştgiriya ku ji wan re tê peydakirin hem ji hêla hejmar û hem jî ji hêla kalîteyê ve nebaş e. Taqwa Mubarek destnîşan dike ku hewcedariyek lezgîn bi bernameyên li ser bingeha zayendî û beşdarkirina wan a di biryarên mirovî û pêşketinê de heye. Taqwa da zanîn ku formên piştevaniyê ji bo jinên penaber peyda dibin stargeh û xwarina ji hêla UNHCR û WFP'ê ve tên dayîn in û wiha got: “Her wiha lênêrîna tenduristiyê ku ji hêla Bijîşkên Bêsînor û Heyva Sor ve tên peydakirin hene. Di heman demê de jinên ku bi tundiyê re dimînin piştevaniya derûnî û civakî digrin. Bernameyên hêzdarkirina aborî jî hene wek perwerdehiya pîşeyî û piştgiriya karsaziyên biçûk.”
Penaber vedigerin malên xwe
Di du salên borî de, jinên Sûdanî ji ber zêdebûna pêla tundiyê li beşên mezin ên bajarên Sûdanê, bi taybetî li deverên ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn kontrola xwe danîne, bi gelek şêwazên êş û azarên berdewam û zehmetiyên koçberiyê re rûbirû mane. Lê piştî ku artêşê hejmarek deveran, bi taybetî li eyaletên Xertûm û Cezîrê ji nû ve bi dest xist, jin careke din bi dildarî vegeriyan malên xwe.
Teqwa Mubarek diyar kir ku piştgiriya civakî ji jinên penaber re tê peydakirin û hinek civak mazûvaniya wan dikin. Teqwa wiha domand: "Lê ev piştgirî ji ber nebûna plansaziyek domdar a li gorî zayendê, pêdiviyên wan ên rastîn pêk nayne. Jinan çavkaniyên xwe yên dahatê di çandinî, şivanî û karsaziyên biçûk de winda kirine. Ev yek bûye sedema zêdebûna rêjeyên bêkariyê yên bilind di nav wan de, hewcedariya alîkariyê û zêdebûna bûyerên tundiyê.”
Rehabîlîtasyona jinên koçber tê kirin
Psîkolog Asîla Mihemed Osman derbarê şêweyên piştgiriya psîkolojîk a ku ji jinên koçber re tê dayîn de axivî. Asîla Mihemed Osman ragihand ku gelek însiyatîf ji hêla psîkologan ve hene ku bi riya waneyan li stargehan piştgiriyê bidin jinên koçber û derbarê vana de wiha got: “Ev ders li ser rehabîlîtasyon û amadekirina jinên koçber a ji bo qebûlkirina rastiyê û jiyana bi wê re, disekinin. Ji ber ku jin koma ji ber pevçûn û koçberiyê herî zêde rastî zext û pirsgirêkên psîkolojîk tên e. Piştî koçberbûnê jinan dest bi lêgerîna çavkaniyên dahatê kirin da ku malbatên xwe xwedî bikin û serxwebûnê bi dest bixin. Wan dest bi karên malê û hunerên destan kirin. Sûdan niha ji ber vejandina civakê ji koçberiyê û rewşa bêçalakbûnê ya ku ji ber pevçûnê pê re rûbirû maye, serdemeke gihîştinê dijî."
Ji penaberiyê ber bi damezrîneriya projeyan ve
Şaza Behrî ku li paytext Xartûmê xwediya navendeke perwerdeyê bû, ber bi dewleta Bakur ve koçber bûye. Ji destpêkê ve bi heman pîşeyê destpê kir. Wê karîbû hejmarek jinên koçber di çandiniya berhemên xwarinê yên curbecur ên mîna mango de perwerde bike. Şaza Behrî dibêje: “Di koçberbûnê de min karîbû 23 jinên penaber perwerde bikim ku li ser 20 berhemên mangoyê hilberînê bikin. Ev ji bo min serkeftin e ku min çavkaniyek dahatê ji wan jinan re peyda kir. Niha amadekariyan dikim ku di mehên pêşî de festîvala mangoyê li dar bixim. Ezê vê proje jî li gor demsala hilberînan bidomînim. Bi hêvî me ku projeyên xwe bipêş bixim û bighînim avakirina kargehek ku sûdê bide civakê.”
'Jinên koçber ketine bazarên kar û debara xwe dikin'
Naîma Allah Abdullah, Seroka Komîteya Jinan a Berxwedana Gel a li Taxa Merowe ya li dewleta Bakur e. Naîma got ku her çiqas jinên Sûdanî mexdûrên sereke yên şer bin jî, wan şokên ku jiyane kişandine û piştî ku şer şopa xwe li ser wan hiştiye, karîne bi rastiyê re bijîn. Naîma wiha got: “Hin jin piştî windakirina karên xwe, ji bo ku hewcedariyên xwe peyda bikin, ketine bazarê da ku di pîşeyên marjînal de bixebitin. Bi hatina koçberan re, me biryar da ku wan bi cih bikin û alîkariyan li gor derfetan pêşkêşî wan bikin."
'Jinan nîşan da ku civaka Sûdanî dikare krîzan derbas bike'
Basma Şerîf, Seroka Komîteya Jinan a li Komîteya Bilind a Seferberiya Gel û Berxwedana li dewleta Bakur e. Basma jî balkişand ser bandorên şer û wiha vegot: "Bê guman şer gelek bandoran dike. Bandorên mîna koçberî. Ji ber ku koçberî yek ji bandorên herî girîng ên li ser welatiyan e, bûye sedema hilweşîna civakê û belavbûna nexweşiyên ku ji ber veqetandina ji derdora wan a nas çêdibin. Rêwîtiya koçberiyê bû sedema binpêkirina maf û rûmeta jinan. Lê hin dewletên ku jinên koçber pêşwazî kirin, hewl dan ku êşa wan sivik bikin û wan kontrol bikin. Ji aliyekî din ve hin jinên koçber hene ku gihîştin armancên xwe û gelek ji wan di komîteyê de xwedî beşdariyên demdirêj in. Jinan nîşan dan ku civaka Sûdanê dikare krîzan derbas bike."