Jinên Sûdanê: Jin dikarin jiyanek xweşiktir ava bikin
Di çalakiya li Sûdanê ji aliyê jinan ve ji bo pîrozkirina Roja Aştî ya Navneteweyî hat lidarxistin de hat gotin ku jin dikarin jiyanek xweşiktir û aştiyane ava bikin.

MEYSAA EL-QADÎ
Sûdan – Di çarçoveya pîrozbahiya 21'ê Îlonê Roja Aştî ya Navnetewî de saziya civakî ya "Betakdary" an jî "Tu Dikarî" duh çalakiyek li dar xist. Armanca çalakiyê ew bû ku rola jinan a di bidestxistina aştiyê de xurt bike û di vê çarçoveyê de pirsgirêkên ku ew pê re rûbirû dimînin ronî bike.
Bernameya çalakiyê bi pêşandana fîlmek ku mijara tundiyê nîqaş dikir destpê kir. Piştre nîqaşek di navbera beşdaran de li ser tiştên ku ji fîlim fêr bûne û peyamên ku ew radighînin, hat rêvebirin. Her wiha di rûniştinek piştgiriya psîkolojîk de têgeha tundiyê, şêweyên wê û çawaniya çareserkirina wê hati nîqaşkirin.
Bername beşên şahiyê jî dihewand. Di nav de beşa stranbêjiya "Dalouka" cureyek stranbêjiya gelêrî û rûniştinên komî ji bo danasîna beşdaran bi hev re û avakirina civatek piştgiriya aştiyê, hebû. Çalakî bi hejmarek pêşniyaran bi dawî bû. Pêşniyara herî berbiçav, xurtkirina rola jinan di biryardayînê de û destekkirina însiyatîfên aştiyê yên herêmî bû.
'Hişyarî kevirê bingehîn ê avakirina civakek saxlem e'
Berpirsa parastinê ya saziya "Betakdry" Ayşe El-Walîd balkişand ser girîngiya çalakiya ku ji hêla rêxistinê ve ji bo hişyarkirina li ser sedem û bandorên şîdeta li ser bingeha zayendî, ronîkirina rola girîng a ku jin di rûbirûbûna wê de dilîzin û belavkirina çanda aştiyê hate lidarxistin. Ayşe El-Walîd got: "Em ji bo şerkirina li hember tundiyê ku di hemû awayên wê de, bi taybetî şîdeta li ser bingeha zayendî dixebitin. Ji ber ku girîng e ku em beşek çalak a vê rojê bin da ku peyama xwe bi zelalî raghînin. Hişyarî kevirê bingehîn e, ji ber ku têgihîştina sedemên ku dibe hin kesan ber bi pratîkkirina şîdetê ve bibin, wek travmaya zaroktiyê an zextên psîkolojîk, alîkariya me dike ku em pê re mijûl bibin û çêtir derman bikin."
'Guhertin bi jinan destpê dike'
Ayşe El-Walîd destnîşan kir ku guhertin bi jinan bi xwe dest pê dike û got: "Divê em dengê xwe bilind bikin û guhertinê bidin destpêkirin da ku ji bo nifşên pêşerojê jiyanek çêtir peyda bikin. Ji ber ku jin bingeha civakê ne û xwedî şiyana belavkirina aştiyê ne. Dema ku jin ji mafên xwe haydar in û fêm dikin ka tundî çi ye, dikarin pê re rûbirû bimînin û aştiyê belav bikin da ku jiyaneke xweşiktir û ewletir ava bikin."
'Em hêz in'
Ayşe El-Welîd peyamek ji hemû jinan re şand û banga hevgirtinê û çalakiyên hevbeş kir ji bo avakirina cîhanek aştî û azad ji tundiyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Werin em bi hev re ji bo cîhanek aştî bixebitin. Em, dayîk, cîran, evîndar û heval xwedî hêza guhertinê ne bi peyvek xweş, bi dirêjkirina destên xwe ji bo aştiyê û bi sekinandina li kêleka keç, kur û cîranên xwe, parastina mafan û redkirina neheqiyê, bikin. Em dikarin cudahiyekê çêbikin. Em hêz in."
'Aştî cihê ewlehiyê ye'
Xwendekara zanîngehê Rîm Abdo Bîlal ku vîzyona xwe ya şexsî li ser wateya aştiyê parve kir, wiha got: "Aştî, ji bo min stargehek ewlehiyê ye. Di rewşek lihevhatin û aştiya hundirîn de bûyîn, hestek xweşik e û belavkirina vê aştiyê di nav derdora xwe de tiştek ecêb e. Nebûna aştiyê li cîhanê êşdar e, bintaybetî ji bo me jinan. Ji ber ku dema em bi cûreyên tundiyê re rûbirû dimînin ew bandorek kûr li ser me dihêle. Ger em nikaribin aştiyê di nav malbatên xwe de ava bikin, bê guman tundî dê cîhê wê bigire û em ê bibin yên ku pêşî jê zirarê dibînin. Ez hêvî dikim ku çalakiyên bi vî rengî bi rêkûpêk werin lidarxistin. Ji ber ku em wek jin hewceyî cihên bi vî rengî ne ku bextewariyê bidin me û zextên ku em pê re dijîn sivik bikin."
'Jiyan bê aştî nabe'
Azîza Babiker ku beşdarî çalakiyê bû da zanîn ku aştî tê wateya ewlehiyê, hesta welat, mal, malbat, zarok û her tiştê ku mirov tê de ye û wiha axivî: "Aştî tê wateya bê pirsgirêk, bê pevçûn û bê şer. Ji ber ku aştî ne tenê vebijarkek e, pêdiviyek e ku bêyî wê jiyan nikare hebe. Divê em ji bo ku aştî bi ser bikeve, tiştê ne gengaz bikin, ji ber ku bê aştî, jiyan tune. Nebûna aştiyê me felc dike, dereng dixe, ji hêla psîkolojîk ve bê aram dike û bandorê li hest û asta perwerdehiya zarokên me dike. Ji ber ku bê aştiyê mirov ne aram e. Aştî ew e ku hevsengiya psîkolojîk, madî, malbatî û hestyarî dide mirov."
Çalakî bi tekezkirina pêwîstiya bilindkirina hişmendiya li ser girîngiya aştî û edaleta civakî, zêdekirina rola jinan a di bidestxistina aştiyê de û avakirina hevkariyên nû di navbera rêxistinên jinan û civaka herêmî de ya ji bo pêşxistina têgeha aştiyê û belavkirina wê ya bi berfirehî, bi dawî bû.