Jinên Sûdanê ji bo xweparastinê perwerdeya leşkerî dibînin

Jinên Sûdanê ji bo pêşxistina xweparastinê perwerdeyên leşkerî dibînin. Dixwazin şerê ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike bi dawî bibe.

MERFAT ABDULKADIR

Sûdan- Li Sûdanê di 15’ê Nîsana 2023’yan de bi taybetî li paytext Hartum û herêma Darfurê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramilîter (RSF) dest pê kir de berdewam dike. Şer krîzên mezin li ser jiyana mirovî û binpêkirinên mafan bi xwe re aniye. Bi taybetî li herêma ku jin jê bandor bûne, rewşên weke tacîz, tecawiz û qetliamê rojane tên jiyîn. 

Ji aliyê Konseya Serwer a Sûdanê ve ji bo jinan kampên perwerdeyên leşkerî hatin vekirin. Jin di kampên perwerdeyê de ji bo perwerdeya xweparastinê serlêdan dikin. Jinên ku naxwazin bibin parçeyek ji şer, bi perwerdeya leşkerî hedef dikin xwe biparêzin.

Jinan li dijî tacîz û tecawizê ji bo parastina xwe bi pêş bixin kampanyayê dane destpêkirin. Jinên Sûdanên diyar kirin ku bi çekan wê tenê li dijî êrîşên ku mafên wan binpê dikin xwe biparzin û wê di şer de di tu aliyan de cih negrin û nekevin nava şer.

Jin dixwazin xwe biparêzin

Yekem rojnamevana ku beşdarî perwerdeyê bûye Rasha Oshî wiha got: “Jin bi taybetî li herêmên ku milîsên RSF’ê tê de cih digrin, ji bo jin li dijî  bûyerên êrişên tecawizê û yên fizîkî xwe biparêzin, ji bo girtina perwerdeyê beşdarî kampan dibin. Bi taybetî milîsên RSF’ê li herêmên ku bi cih bûne piştî dîmenên tecawiza bi komî li hemberî jinan parve kirin, vê rewş rê li ber fikarên malbatan vekir. Hinek jin çek jî di nav de der barê bikaranîna amûrên xweparastinê de diçin eyaletên bi ewle yên ku kampên perwerdeyê lê hatine vekirin.” 

‘Li kampan heta niha 6 kom mezûn bûne’

Parwerdekara kampa li Port Sûdan Alia Abouna der barê vê fikra perwerdeyê de wiha got: “Banga Abdulfettah Al-Burhan, destpêkê tevî ku ne der barê jinan de bû, ji bo perwerdeya jinan di hunera şer û xweparastinê de pêşniyarek bû. Qeydên li kampan ku di nava jinan de tê pejirandin dest pê kirin û piştre li eyaletên bi ewle di zêdetirî heft kampan de hatin vekirin. Di van kampan de heta niha şeş kom mezûn bûne, ya herî dawî beriya çend rojan li eyaleta Kassala mezûn bû.”

Alia Abouna da zanîn ku di destpêkê de piraniya kesên ku beşdarî perwerdeyê bûne jinên li herêmên şer ji cihên xwe bûne, hinek jê bûne şahidên tecawizên li ber çavên wan û hinek ji jinan jî rastî tecawizê hatine û wiha got: “Destpêkê di kampên me de ji bo piştevaniya psîkolojîk bi wan re dibin alîkar, piştre perwerdeya bi çek a ku wê çawa bi çekên sivîk gule berdin dibînin, di heman demê de perwerdeya yekem 45 rojan berdewam dike, perwerdeyên xweparastinê û hunerên şer tên dayîn û piştre derbasî çekên giran dibin. Bi hezaran jinên ku difikirin wê şer berfireh bibe li herêmên bi ewle beşdarî perwerdeyan dibin.”

‘Em dixwazin xwe ji piştî şer re jî amade bikin’

Ji jinan Amna Ohaj ji bo perwerdeyê çûye kampa Port Sûdanê der barê hedefên jinan ên di perwerdeyê de ev tişt got: “Armanca me ew e ku em xwe li dijî sûcên li hemberî jinan tên kirin biparêzin, bila RSF û an jî aliyekî din be, wê pêvajoya piştî şer jî ji bo jinan xeternak û metirsî be, em dixwazin xwe ji bo vê amade bikin.”

‘Ji bo berdewamiya otorîteyê jin weke amûr tên bikaranîn’

Rojnamevan Hayat Hamada Al-Younsabî anî ziman ku di rewşa heyî de jinên Sûdanê dixwazin şer bi dawî bibe û wiha got: “Di rejîmên heyî de ji bo berdewamkirina otorîteyê jinan weke amûr dibînin, ji ber wê ger beşdarî jiyana siyasî bibin jî wê tenê ev bibe dilxweşiyek. Piştî vê qonaxa xeternak pêwîstî bi hikumetek demokratîk heye.”

Hayat Hamad Al-Younsabi wiha got: “Ez li dijî wê yekê me ku jinan ji bo di artêşa Sûdanê de şer bikin bigrin leşkeriyê û ber bi metirsiyan ve bên kişandin. Jin wê di hêzên bi çek de rastî cudahiya zayendê bên, di şer de wê rû bi rûyê metirsiyên weke fîzîkî û psîkolojîk û zehmetiyên taybet werin. Jin li herêmên şer rastî êrişên zayendî û tundiyê tên.”

Hayat Hamad Al-Younsabî bal kişand ku beriya şer ji bo RFS’ê gelek caran bang li hikumetê kirine û wiha got: “Hewldanên me yên beriya şer gelek caran ji ber RFS’ê li Darfurê li dijî jinan tundiya zayendî pêk anî me bang kir ku ji artêşa Sûdanê qut bibin. Artêşa Sûdanê van hêzan weke mutefîk û destê çepê dît û guh neda banga me. Niha tişta ku em pêşbînî dikin rast dibe, hêzên bi çek dixwazin me bikşînin nava vî şerê ku em li dijî û dirûşma ‘welatê bi çek’ bilind dikin.”

‘Rewşa niha ya li Sûdanê jinan neçarî perwerdeya leşkerî dike’

Xebatkara medyayê Shatha Abdel-Al destnîşan kir ku jinên Sûdanê di mijara teknîkên şer de beriya niha perwerde negirtine û got: “Rewşa niha ya li Sûdanê, neçar dihêle jin bo kêrhatiyên xwe yên xweparastinê bi pêş bixin perwerdeyên leşkerî bibînin.”