Jinên Sûdanê ev salek e li benda çareseriyê ye

Hewildanên berbiçav ên hundir û derveyî welat de ji bo çareserkirina krîza Sûdanê hene. Jinên Sûdanê ji bo aşitiyek mayînde bi erka xwe radibin lê hê jî ji her du aliyên şer de tu gavên şênber nehatiye avêtin

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Li Sûdanê şer û pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de berdewam dike. Li Sûdana ku krîz salek û pênc meh li pey xwe hişt, ne agirbest pêk hatin û ne jî şer rawestiya. Nexweşî, pêla koçberiyê jî pê ve girêdayî berdewam dikin. Gelek senaryo ji bo bidawîbûna şer derketin holê lê heya aniha tu gavên şenber ji aliyê her du hêzan de nehatiye avêtin. Rojnamevan Rîwaye Mihemed Osman geşedanên ku Sûdanê diqewimin ji ajansa me re axivî.

‘Di nav senaryoyan de parçekirina welat heye’

Rîwaye Mihemed Osman got ku di destpêka şerê li Sûdanê de hin hewildanên lihevkirinên di navbera herdû aliyan de hebûn lê niha piştî krîzê sala xwe ya yekem derbas kir gelek senaryo hene. Rîwaye Mihemed Osman a got “Tê gotin ku destwerdaneke navneteweyî di bin benda 7’an de hebe” destnîşan kir ku ev destverdanên navneteweyî dibe ku nakokiyan hîn kûrtir bike û wiha axivî: “Di nav senaryoyan de parçekirina welat heye ji bo xelkên Sûdanê bê nasname û welat bimînin û di encam de dê nexweşî birçîbûn û bêmalbûn zêde bibe. Dibe ku rûniştina li ser maseya guftugoyê jî hebe û di encam de lihevkirinek di navbera herdû aliyên şer de çêbibe û aştî pêk were."

‘Daxwaz hat kirin ku hêzek bê alî parastina sîvîlan bike’

Rîwaye Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di wan demên dawiyê de parezêrên mafê mirovan ji NY’yê (Netewên Yekbûyî) daxwaz kirin ku hêzek serbixwe û were avakirin ku ji bo sîvîl werin parastin û tewanbariya herdû aliyan jî dibe werin kirin di mijara kiryarên şer de. Her wiha hişyarî dan ku hikûmetên biyanî yên wan bi çek dikin û piştgiriya madî ji wan re pêşkêş dikin dibe ku kiryaran de hevpar be. Di raporeke tîmê de derket holê ku ji ber hemû alî di parastina sivîlan de bi bin ketine heta niha divê şandeyek lêpirsîna rastiyan were şandin ji bo hêzeke serbixwe û yekalî parastina sivîlan li Sûdanê bikin."

‘Jin herî zêde ji şer û binpêkirinan zirar dîtine’

Çalakvana di karê dilxwazî de Selma Ewed Fedîl jî bal kişand bandora şer û pevçûnan li ser jiyana jinan û got: "Jin herî zêde ji şer û binpêkirinan zirar dîtine. Heta şer raweste divê nakokî bidawî bibin ji bo careke din Sûdan were avakirin.”

Aktîvîst Salma Awad Fadil a ku xebatên dilxwazî ​​dimeşîne diyar kir ku ji ber binpêkirinên şer ên herî zêde bandor li wan tê kirin jin in û got, "Ji bo şer raweste divê şer bê çareserkirin. Sûdan bi rastî bi sepandina dirûşma ‘Hanabniho’ (Em ê ava bikin) ji bo avakirina mirovan û bajarên wêrankirî dikare ji nû ve were avakirin."

 ‘Pêwîstiya me bi belavkirina aştiya civakî heye’

Seroka Desteya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk û Endama Koordînasyona Hêzên Neteweyî Işraqa Seyid Mehmûd got: "Çi şerê hebe bi lihevkirin û guftugoya di navbera herdû aliyan de bidawî dibe. Kesê biser bikeve jî divê Sûdaneke nû damezrîne û aştiyê li welat pêk bîne. Ango ne tenê di milê leşkerî de bihizire. Lê belê eger artêşa Sûdanê biser ket pêwîstiya me bi belavkirina aştiya civakî heye û sazkirina gelek diyardeyên şer li pey xwe hiştine."