Jinên Sûdanê behsa zehmetiyên ku ji ber koçberiyê dijîn kirin

Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku salek e berdevam dikin bi milyonan kes ji cihê xwe koçber bûn. Jinên ku neçarî koçberiyê bûn gotin: “Piştî vê seetê em nizanin çawa dest bi jiyanê bikin.”

MAYSA AL QADÎ

Sûdan- Li gorî Neteweyên Yekbûyî, pevçûna li Sûdanê, krîza herî mezin a koçberiyê ya li cîhanê tê dîtin. Li gorî vê, pevçûnên li Sûdanê bûn sedem ku zêdetirî 7,1 milyon mirov neçar bimînin ji cihê xwe bibin. Ev hejmar her ku diçe bi koçberiyên nû re zêde dibe. Piranî jinên bi koçberbûnê re rû bi rû mane di bin şertên zor û zehmet de êşên mezin dikşînin

Sarah Hafız Saeed Yek ji jinên ku beriya 6 mehan ji Xartûmê koçî herêma Marawî kiriye wiha got: “Şoqa ku min derbas kir ez hê jî di bin bandora wê de me. Em niha li mala bapîrê xwe dijîn. Malbat di dîtina kar de zehmetiyan dikşînin û ji ber vê yekê neçar dimînin beyî tiştekî bikin li malê rûnên. Zehmetî zêde ne em nizanin ji niha û şûnve em ê çawa bijîn.”

‘Didin hîskirin ku em biyanî ne’

Alaa Mihemed Abbas, xwendekara zanîngehê ye, ji Xartûmê koçber bûye û berê xwe daye Bakurê Sûdanê, dibêje ku yek ji zehmetiyên herî zêde pê re rû bi rû dimîne kêmbûna agahdariya civakê ye û wiha pê de çû: “Mirovên li vê derê bi me didin hîskirin ku em li vir biyanî in. Li gorî cil û bergên ku em li xwe dikin, nêzî me dibin, ji ber axaftina xwe jî em xwe di bin zextê de dibînin.” Alaa Mihemed Abbas di berdevamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser zehmetiyên ku ew dijîn û wiha got: "Ez karê hunerî dikim, ji ber ku di peydakirina madeyên xam û dabînkirina dahateke guncaw, ji bo debara malbata xwe zehmetiyan dikişînim.”

 ‘Li gund wesayîd tune ye’

Alaa Mihemed Abbas wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gundê ku ez dijîm wesayîd tune ye. Ji ber vê jî ji bo ku biçim navendê neçar dimînim nîv saet bimeşim. Mirov piştî roj diçe ava dest bi girtina deriyên malên xwe dikin. Dema piştî van saetan kesan li derve dibînin bi çavekî ecêb li wan dinêrin. Dema ez derdikevim derve ji bo pêdiviyên xwe bikirim, bi çavekî xirab li min dinêrin.”