Jinên Siyasetmendarên Kurd li Mêrdînê hatin bîranîn
Siyasetmendarên Kurd ên li Parîs û Silopiya hatin qetilkirin li Mêrdînê hatin bîranîn. Jinên beşdarî çalakiya bîranînê bûn soza têkoşînê dan.
Mêrdîn - Tevgera Jinên Azad (TJA) siyasetmedarên Kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên 4'ê Çileya 2016'an di dema qedexeya derketina kolanan de li Silopiyê hatin qetilkirin bi bîr anî. Gelek kes beşdarî bibîranîna li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat lidarxistin, bûn. Wêneyên jinên hatin qetilkirin li eywanê cihê xwe girtin û li dora wan find hatin vêxistin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û sînevizyona li ser jiyana jinên hatin qetilkirin hat temaşekirin.
“Jinên fikrên xwe yên azad tînin ziman hedef digirin”
Paşê jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halime Kaya da zanîn ku jinên fikrên xwe tînin ziman tên girtin an jî tên qetilkirin û wiha got: "Em hevalên xwe yên bi têkoşîna xwe mînakbûn ku ji ber keda xwe hatin hedefgirtin û qetilkirin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin."
Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu jî da zanîn ku divê hesabê komkujiyê bê pirsîn û got ku dê têkoşîna jinên Kurd bidome.
Bibîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" û çepikan bi dawî bû.