Jinên Silêmaniyê: PDK bi destên îxanetê digre û xaka me difiroşe

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibe û jin di rêzên pêşî de cihê xwe digrin, jinên ku beşdarî meşa bajar Silêmaniyê bûn dan diyar

TEWAR PÊNCAWÎNÎ

Silêmanî- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li hemberî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve daye destpêkirin, bi sedan welatiyên Silêmaniyê bi pêşengiya jinan şevê din daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.

Meşê bi pêşengiya jinan li Kolana Salim a Silêmaniyê dest pê kir û heta Emne Sûreke domand û li wê derê daxuyanî hat dayîn. Jinên ku beşdarî meşê bûn der barê dagirkeriya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

“PDK îxanetê dike û dagirkeran tîne nava xaka me”

Zuhre Kerîm a ji Silêmaniyê ku dayika gerîla ye weke hemwelatiyek beşdarî meşê bû da zanîn ku PDK îxanetê dike û rê dide dewleta tirk bi rehetî bikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê û wiha got: “PDK îxanetê dike, xaz û nefta me difiroşe û xaka me jî difiroşe, em piştgiriya doza xwe dikin û em piştgirya gelê Kurd dikin. Ez bang li hemû kesan dikim ku piştgiriya gerîla û gelê Kurd bikin û daxwazê ji melayan dikim ku di mizgeftan de der barê dagirkirina xak, welatparêzî û dagirkeriyê de biaxivin. Ev êrîş ne tenê li dijî gerîlayan e li ser hemû gelê Kurd e. Dewleta dagirker a tirk dixwaze xelîfetiya Osmaniyan zindî bike, rêveberên PDK’ê diçin Tirkiyeyê û bi wan re dicivin, Tirkiyeyê weke dostê xwe dibîne. Ev ne cara yekem e ku wiha dike di dîroka gelê Kurd de PDK her dem di nava îxanetê de bûye.”

“Gerîla li çiya têdikoşin ji bo ku me biparêzin”

Jina ciwan a bi navê Herêz Ehmed daxwaz ji ciwanan kir ku di rêzên pêşî de nerazîbûna xwe nîşan bidin û got: “Divê plana van kesên dagirker ên ku dixwazin em di Kurdistanê de ne xwedî dahatuyê bin tune bibe. PDK û dewleta dagirker a tirk propaganda dikin û dibêjin ku PKK li dijî gelê Kurd e, tiştek bi vî awayî nîn e, gerîla li çiya têdikoşe ji bo me û axa welat biparêze. Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze me tune bike hêvîdar im di demek nêz de rêveberiya Tirkiyeyê ji desthilatdariyê bikeve da ku dest ji axa me berdin.”

“Em destdirêjiya li ser xak û welatê xwe qebûl nakin”

Rêveberiya Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Fatma Silêman ku di meşê de amade bû êrîşên dewleta tirk şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li hemû cihan beşdarî çalakiyên nerazîbûnan bibin û wiha domand: “Em ê her dem li qadan bin, li Efrîn, Başûr yan jî Bakurê Kurdistanê be ferq nake, em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin. Em ê bi berxwedan û xebatên xwe li dijî dijmin têbikoşîn û helwest û nerazîbûnên xwe hîn zêdetir nîşan bidin. Kî dibe bila bibe em tu deman destdirêjiya li ser jin û xaka xwe qebûl nakin, her dem em ê berxwedanê raber bikin û dest ji riya şehîdan û Rêber Apo bernedin. Heta ku em hemû herêmên xwe rizgar nekin û dagirkeriyê têk nebin em nasekinin.”