Jinên Sanandajê: 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî newekheviyê ye
Jinên li bajarê Sanandaj ê Îranê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê weke roja têkoşîna li dijî newekheviyê pêşwazî dikin. Her çendî gelek jin ji dîrokçeya 8'ê Adarê bê agahî ne jî dibêjin rojeke pîroz e.
HÎMA RAD
Sanandaj – Jinên Îranê hem ji ber zagonên zayendperest hem jî di gelek qadên civakê de di bin zexta mêr-dewletê de dijîn. Weke ajans me mîkrofon dirêjî jinên ku li bajarê Sanandajê yê Îranê dijîn kir. Jinên Sanandajê bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û gotin, “8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî newekheviyê ye. Em diyarî naxwazin, em mafên xwe dixwazin." Hin jinên li bajêr dijîn ji ber salnameyên Îranê ji hebûna 8'ê Adarê bê agahî ne!
"Dixwazim bibe beşek ji jiyana min"
Tîna Almasî ya dibêje li Sanandejê di enstîtuyek de xwendekar e, wiha got: "Mixabin agahiya min ji rojeke wiha tunebû lê dixwazim wateya vê rojê bizanibim û ev roj bibe parçeyek ji jiyana min."
Jineke din a ji bajarê Sanandajê Rozgar Niyazî jî dibêje; “Min dizanibû ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye lê min zêde nizanibû ku çima 8’ê Adarê wekî Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin û dîroka wê çi ye.”
“8'ê Adarê rojeke pîroz e”
Jina bi navê Soheyla Namî jî got; “Divê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de werin cem hev û pîroz bikin. Hêvîdar im em jin rojekê ber bi azadiyê ve bimeşin. Ez jî dixwazim di rojek wiha de li wir bim. 8'ê Adarê rojeke pir bi rûmet û pîroz e, ez dixwazim vê roja pîroz bi jinan re derbas bikim."
“Rojeke watedar û girîng e”
Yek ji du xwendekarên ku nexwestin navê xwe bidin, dema dibêje; "Em xwendekar in lê heta îro der barê 8'ê Adarê de tiştek fêrî me nekirin û em nizanin" , xwendekara din jî wiha diaxive: "Bi rastî ez hebûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nû fêr bûm, rojeke watedar û girîng e. Wek jin, hêbûna rojeke hevpar pir girîng e. Ji niha ve ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”
“Pêwîst e em jin bi jinên cîhanê re têkiliyê deynin”
Hunermenda xweşnivîs (Hattat) Robar Rehîmî ya ji Sanandejê jî diyar kir ku nayê bîra wê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Sanandajê hatiye pîrozkirin û wiha got: "Pêwîstiya me heye ku em jin bi jinên cîhanê re têkilî deynin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hunera xwe pîroz bikin.”