Jinên rojnamevanên Tûnisê di forma çapemeniyê de hatin gel hev

Forma Çapemeniyê ya Navneteweyî ku ji aliyê jinên rojnamevanên Tûnisê ve tê organîzekirin, rewşa jinên di sektora çapemeniyê de dixebitin nîqaşkirin.

Tûnis – Di runiştina duyemîn a Forma Çapemeniyê ya Navneteweyî ku ji aliyê jinên Tûnisê ve hatî organîz kirin de şert û mercên jinên di sektora çapemeniyê de dixebitin û çawaniya rojnamegerên jin hatin nirxandin.

 "Hebûna rojnamevanên jin di cihê biriyardanê de qelse"

 Sekretera Giştî ya Komeleya Jinên Demokratîk Ehlam Bosirwal di axaftina xwe ya di civîna duyemîn a Forma Çapemeniyê ya Navneteweyî de got ku rewşa jinên rojnameger ên Tûnisî ji yê welatên din ên başûrê Derya Spî çêtir e û wiha lê zêde kir: “Hebûna wan di qadên medyayê de qels ma û rêjeya jinên kedkar ên di sektora çapemeniyê de gihiştiye ji sedî 60 lê hebûna wan di nava rêveberiyê de lawaz maye Di sempozyûna 19'ê Adarê hatibû lidarxistin de min rexne li nêrîna kêm a hin mêrên ku di warê rojnamegeriyê de ji bo astengiyê li pêşiya jinan çêkin dixebitin kir. Ev  pirsgirêkek e ku divê bi guhertina zîhniyetê bê çareserkirin.

Ehlam Bosirwal bang li rojnamegerên jin kir ku hebûna xwe li navendên biryardanê ferz bikin û xwe îspat bikikin û wih lê zêdekir: "Girningiya rola rojnamevanên jin di rûbirûna tundûtûnjiya li dijî jinan de û bilindkirina hayedariya wan di medyeyê de ji metirsiyên vê yekê bi rêya servîskirina nûçeyên li ser mijarê didin nîşandan. Her wiha rola wan di bilindkirina hişyariya civkî de gelek giringe. Ji bo xurtkirina çandeke nû ya  ku li dijî tundiyê bi hemû şêweyên wê ve piştgirî dide hevgirtina jinanç Wan teşweîq dike ku pêşde biçin û li dijî ramanên paşverû şer bikin.”