Jinên Rojnamegerên Filistînê li hev civiyan

Jinên Rojnamegerên Filistînê li hev civiyan û li ser mijara rola xwe ya di xebatên însanî de bi hevkariya Parastina Sivîl li Xezayê nîqaş kirin.

NEXEM KERACA

Xeza-Karê Mirovahî di Medyayê de erkekî exlaqî ye û tevî zehmetiyên ku rojnamegerên jin dikşînin, bi taybtî li jinên rojnameger ên ku li Zîvala Xezayê ne rû bi rû bi vê yekê dimînin. Ew dibin zoriyên şer û zêdebûna tundûtûjiyê li ser xebat û têkoşîna xwe de berdewam hewl didin ku çavdêriya hemû nûçe û bûyeran bikin, çi dîtbarî, nivîskî û çi bihîstbarî li cihê karê xwe bi hevkariya ajansên berevaniya sivîl xebata xwe didin meşandin. Çalakiya ku ji aliyê Berevaniya Sivîl a Filistînê ve li Zîvala Xazayê hatibû organîzekirin, hejmarek ji rojnamevanên jin ên filistînî beşdarî komcivînekê bûn.

Ji bo agahdarî li ser rola ku amûrê ragihandinê di dema qeyîran, rewşa awarte û şer de Rojnameger Meryem Ebû Deqqa got ku ew yek ji beşdarên bûyerên li Xazê bû, bi taybetî  rol û xebata Berevaniya Sivîl di dema xebata meydanî ya şer de, Xebata mirovî ya ku rojnamevana Filistînî li Xezeyê dike, karê rojane, lê bi wêne û danasîna xwe yê weke rojnamegerên jin ew xebatên mirovahî radixin ber çavan û digihînin cîhanê

“Erka rojnamevanên jin li zîvala Xezayê rolek bihêz û wêreke "

Rojnameger Meryem Ebû Deqqa tekez kir ku karê mirovî ne tenê bi alîkariyan sînordarkirinê bi karê berevaniya sivîl û amûrên din ê wek alîkariya malbatan, bicihanîna daxwaza wan, alîkariya birîndaran û veguhstina şehîdan jî erke xwe dibînin û wiha lê zêde kir: "Di şerê vê dawiyê li ser Zîvala Xezayê de me roleke mezin di alîkariya birîndaran de hebû û rola wê  ya yekem û herî girîg hebû ji be ku karibû gelek kesan ji bin cihên wêranbûyî rizgar bikin. Ji bo rizgarkirina jin, zarok û kesên temen mezin em 24 saetan di xebitîn. Em wekî rojnamevanên jin li zîvala Xezayê roleke me ya bihêz û wêrek heye ku ji tevahî rojanamevanên Cîhanê cudatire ji ber ku em rastî şer, alozî û gelek zoriyan tên di şopandina nûçeyan de.”

“Rola jinên rojnamegerên pispor di medyayê de gelek giringe”

Rojnameger Fatma El-Zehir El-Şeqawî jî got ku rola jinên rojnamegerên pispor di medyayê de gelekî girînge û karê mirovî temam dike bi taybetî di parastina sivîl û hişyarkirina welatiyan de û wiha berdewan kir: "Pêwîste rojnameger di formulekirina naveroka medayeyê de jêhatî û pispor be ku nirx bide naveroka tişta ku dibêje. Ji ber vê yekê em pêşinyar dikin ku berevaniya sivîl însiyatîfê ji bo peydakirina pisporên medyayê bigire û di seranserê salê de kampanyayek an plansaziyek medyayî pêk bîne û nêrînek ji naveroka medyayê re pêş bixe ku bi rengek yek girtî di hemî medyayê de ji welatiyan re tê şandin.”