Jinên Ranya êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Ranya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Navenda Nuçeyan - Li Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) jinan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Herêma Kurdistanê çalakiyek li darxistin û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hêlîn Hisên ve hate xwendin.

“Divê em jin di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de rola pêşengtiyê bigrin”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkairya malbata Barzanî dest bi êrişên berfireh ên li Başûrê Kurdistanê kiriye. Gerilayên azadiya Kurdistanê êrişên wan şikandine. Divê Kurd bi taybet jin hilgirê vê armancê bin ku gerila ji bo çi şer dikin bizanibin û piştevaniya wan bikin. Ji ber ku ew berxwedana gerilayên şoreşger ji bo parastina xak û hebûna me ye. Herî zêde êrîş li ser jinê ye û jin tên qirkirin, ji lewra divê em jin sedema qirkirina xak, jîngeh û jinê ya bi hev re tê kirin bibînin. Bi riya berxwedan û xwe rêxistinkirinê em dikarin bersiva dagirkeriyê bidin. Divê em jin di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de rola pêşengtiyê bigrin.”