Jinên Qamişloyê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Jinên bajarê Qamişloyê banga “Bila Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe” li dewleta Tirkiyeyê kirin û tekez kirin ku azadiya jinan, girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di nava bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, jin tekez dikin ku doza wî ji meseleyeke takekesî derbas dibe û dibe doza gelekî ku dixwaze azadî û aştiyê bi dest bixe.  Jinan destnîşan kirin ku azadiya wî, ber bi vekirina perspektîfên çareseriyeke demokratîk û xurtkirina aramiyê li herêmê ve gaveke bingehîn e.

Jinên bajarê Qamişloyê bi rêya ajansa me bang li dewleta Tirkiyeyê kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be.

‘Fikir û felsefeya wî li cîhanê bi tevahî hatiye belavkirin’

Perwîn Cemîl da zanîn ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê bi tevahî hatiye belavkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev nêzî 27 sal in ku Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de ye û tecrîdek giran li ser tê meşandin. Kesayetekî bi ezamet û cesareta Rêbertî ku cîhan bi tevahî sûd ji fikir û felsefeya wî girtî ye. Her wiha mirovên li ser û bin erdê hêz ji felsefeya wî girtine. Pêwîst e dewletên navnetewî û her cihekî eleqedar li hev bicivin û çareseriyek ji bo Rêber Apo bibînin.”

Em wekî jin her û her li kolanan bin û azadiya wî bixwazin’

Perwîn Cemîl destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li şerê çekdarî aniye, banga aştiyê ragihandiye û wiha domand: “Rêber Apo di 27`ê Sibata 2025`an de banga aştî û civaka demokratîk ragihand. Her wiha Rêbertî banga fesihkirina PKK`ê kir, da ku çek werin şewitanin, şer were rawestandin û bi diyalogan çareserî bê dîtin. Lê belê; heta roja îro dewleta Tirkiyeyê gavên cidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo navêje. Em wekî jin her û her li kolanan bin û çalakiyan li dar bixin heta ku Rêberê me bi fîzîkî azad bibe.”

Pêwîst e dewleta Tirkiyeyê gavên cidî ji bo azadiya Rêber Apo bavêje

Li aliyê din Samiya Xelîl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî, aştiyê û aramiyê gelek gav avêtine û wiha pê de çû: “Salên dirêj gerîlayan li çiyayên azad, ji bo welatekî û gelekî ku bi azad bijîn, şer kirine û bedêlên giranbiha diyariyî vê hereketê kirine. Ji bo aşîtî û aramiyek mayînde li her çar perçeyên Kurdistanê bê avakirin, Rêber Apo dawî li şerê çekdarî anî û banga fesihkirina PKK`ê kir. Gavê yekem ku pêwîst e ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bê avêtin, azadiya Rêber Apo ye.” 

Rêber Apo şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê da naskirin

Samiya Xelîl anî ziman ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jin li ser maseyên siyasetê daxwaza mafê xwe dike û wiha domand: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihîştine astên gelekî bilind, Rêber Apo şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê da naskirin û çiqas derfet ji jinan re ava kiriye. Her wiha roja îro jinan di her warî de xwe diyar kirine, maf û hebûna xwe bidest xistine. Xwesteka Rêber Apo ew e ku jinên ji hemû pêkhateyan bi aştî û azadî bijîn. Ji ber vê yekî îro jin daxwaza mafê xwe di destûra Sûriyeyê de dikin.”  

‘Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyan têdikoşe’

Samiya Xelîl dema komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku Komplo li ser Rêber Apo hat pêkanîn, dewleta Tirkiyeyê jê re got xwesteka te çi yeP Rêber Apo got, xwesteka min ew e ku her mirovek bi aramî û azadî li cîhanê bijî. Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyan têdikoşe û banga aştiyê dike.  Pêwîst e em jî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin û mezin bikin.”