Jinên pêşeng ên dû sal berê li Helince hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Ji Kobanê heya Silêmanî, sê jinên pêşeng û siyasetmedar ên di encama êrîşên dewleta tirk, di 23’ê Hezîrana 2020’an de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Hezîrana 2020’an de dewleta tirk bi balafirên biçek û bêmirov malekî li gûndê Hêlince bombebaran kir. Di encama êrîşê de sê jinên pêşeng Emîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya duyemîn salvegera komkujiyê li gelek cihan jinên pêşeng ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Kobanê

Di 2`emîn salvegera komkujiyê de, îro bi sedan ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbat û mirovên hersê têkoşeran di bin dirûşma "Kuştina jinan xiyaneta li jiyanê ye" rabûn ser piyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cîhan Elî, Nûjiyan Ocelan, Viyan Kobanê, Rojîn Îso, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û alên Kongreya Star hatibûn hilgirtin.

Meşê ji gaziya gundê Helincê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Berxwedan jiyan e" dest pê kir heta muzexaneya komkujiyê ango cihê bûyerê rawestiya.

Di destpêkê de deqeyek rêz hat girtin. Piştre berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemed axivî û got: "Dewleta tirk li hemberî jinan komkujî û êrîşên lewazkirina vîna me bi komkujiya Parîsê, Cizîr, Kobanê û hwd. berdewam dike. 23`ê Hezîranê wê bibe rojeke cîhanê ya têkoşîna li dijî qetilkirina jinên siyasetmedar. Çiqas êrîş li ser me zêde bibin, wê ewqas vîna me bihêz bibe û têkoşîna me bilind bibe. Bila dijminê faşîst baş bizanibe ku ew nikare bi van êrîşên hov vîna jinan bişkîne. Vîna jinan îro li Helincê, Qamişlo, Dêrik, Efrîn, li hemû warên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê ye ku îro dengê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne bilind dibe û têkoşîna jinan li dar e."

Her wiha bi navê malbatên hersê têkoşeran, endama meclisa jinan a PYD`ê Sara Xelîl wiha axivî: "Piştî ku Zehra, Hebûn û dayika Emîne jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jinan li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navê wan li zarokên xwe kirin. Ev bi xwe bersiveke herî xurt e li hember dijmin ku têkoşîn û berxwedana jinan tu carî nayê rawestandin, berovajî wê roj bi roj dê berdewam bike û bigihîje lûtkeyê. Em îro li muzexaneya komkujiyê soza xwe nû dikin, em ê şopdarên van şehîdan bin û xeta tevahî jinên ku dibin hedefa dewleta tirk bilind bikin û bi ser bixin. Em ê li hember plana dewleta tirk a tunekirina nasnameya jinên siyasetmedar têkoşîna xwe xurt bikin û hemû jinan li dora xwe kom bikin.

Piştî axaftinan jin bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "jin jiyan azadî" derbasî muzexaneyê bûn û çalakiya xwe bi dawî kirin.

"Em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin"

Rêvebera Kongreya Star a kantona Qamişloyê Ibtîsam Huseyn nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em îro jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çalakiya bîranîna şehîdên komkujiya Helincê bûn. Di vê rojê de bangawaziya me ne tenê ji bo jin û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku em yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrîşên li ser me tên kirin têkoşîneke hevpar nîşan bidin. Jin bûn zemînê şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji ber vê dijmin dizane ku bi tunekirina hêz û vîna jinên pêşeng wê ev şoreş têk biçe. Ji lewre ew bênavber jinên weke Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî hedef digre. Ji ber vê em ê weke jin her dem li qadan bin û parastina destkeftiyên vê şoreşê bikin."    

Hesekê

Kongra Star a bajarê Hesekê bi civînekê şehîdên komkujiya Hilincê bi bîr anî. Rêveber û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. Civîn ji aliyê endamên Koırdînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî û Rîhan Loqo ve hat birêvebirin. Civîn li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Koordînasyona Kogra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî teqez kir ku bi komkujiya Hilincê îradeya jinan û civakê hatiye hedefgirtin û wiha axaftina xwe domand: "Di şexsê şehîdên Hilincê de em hemû şehîdan bi bîr tînin, ev komkujiyên ku dewleta tirk pêk tîne li dijî mafên mirovan e, ev komkujî li ber çavên sazî û rêxistinên ku banga mafên mirovan dikin pêk tê. Hêzên desthilatdar bi riya komkujiya Hilincê xwestin tola çeteyên DAIŞ’ê rakin û îradeya jinan a ku hişt Kobanê bi ser bikeve bişkînin. Rêxistinbûyîna jinan ji her pêkhateyê bersiva komkujiya Hilincê ye, em ê bi yekitiya xwe hemû planên qirkirinê û dagirkeriyê têk bibin."

Welîda Botî axaftina xwe wiha bi dawî ki: "Komkujî û êrîşên ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewama planên qirkirinê ne, duh li Kobanê dewleta tirk bi rûyê xwe yê veşartî êrîşî îradeya gelan kir lê îro bi rûyê xwe eşkere êrîş û komkojiyan pêk tîne. Em ê bi têkoşîn û îradeya jinan hemû planên qirkirinê têk bibin."

Civîn bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

Silêmaniye

Bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Helincê li Silêmanî civînek hat lidarxistin.

Endama Tevgera Azadî Banu Helebçeyî di civînê de axivî û wiha got: “Jin bi fikrên Rêber APO hesiyan û ji bo binxistina çeteyên mîna DAIŞ’ê pêşengiya şoreşê kirin. Jinên azad têkoşîna xwe meşandin û li her aliyê cîhanê ji jinên cîhanê re pêşengiyê dikin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana sê jinên pêşeng hat temaşekirin û li ber wêneyên wan çira hatin pêxistin.