Jinên Pakistanî astengî derbazkirin û meşa 8’ê Adarê li darxistin
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li gelek welatan dom dike, li Pakistanê jî bi sedan jin li beramberî hemû zoriyan meşiyan.
Navenda Nuçeyan- Li paytexta Pakistanê Lahora bi boneya 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê jin hatin gel hev û meşek li darxistin. Di meşê de rengê xemir li pêş bû û roja 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Nêzî dû hezar jinên Pakistanê durûşmên derbarê jinan de qêriyan. Jinan li beramberî astengiyan jî meşa xwe dom kirin.
Di meşê de qetlîamên bin navê namusê ser jinan tên kirin hat şermezar kirin û peyamên yekitî, berxwedan û têkoşînê dan. Jinên Pakistanî dan diyarkirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan mirase û soza bilindkirina têkoşînê dan.