Jinên Nubî bi Komeleya Dîwan zincîran dişkênin

Jinên Nubî di nav jinên ku bi tengasiyên civakî û çandinî re rûbirû dimînin de ne. Jinên Nubî, bi têkoşîna xwe ya ku li hember cudaxwaziya nijadî û zayendî, mînakek bi hêz ava dikin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Gelê "Nubî" ji herêma kevnar a Nubyayê tê. Li dora Aswanê gundên wan hene û her wiha li bajarên mezin ên wekî Qahîreyê jî belav bûne. Ev civak xwedî ziman, mîmarî û çanda xwe ya bêhempa ye; ew bi bazarên destçêkirî û xanîyên rengîn têne naskirin.

Komeleya Dîwan, ji bo bihêzkirina jinên Nubî dixebite. Di qadên cuda yên wek hiqûqî, aborî û hunerî de destek dide wan. Armanca komeleyê, pêşxistina statuya wan a civakî ye. Di civaka herêmî de jin, ji ber çanda serdest û feraseta mêr a serdest, di nav rolên civakî de tên dîlkirin. Derketina wan a derveyê van qaliban, tê dijwarkirin. Jinên Nubî jî, hem ji aliyê etnîkî ve hem jî ji ber nasnameya xwe ya zayendî, rastî cudaxwaziya dualî tên. Lê dîsa jî van qaliban derbas dikin û di qadên cur bi cur de serketinên girîng bidest dixin.

Çalakiyên werzîşî civakî û piştevaniyê lidar dixin

Komeleya Dîwan, ji bo jinên Nubî yên li Misrê çalakiyên cur bi cur lidar dixe. Ji bilî desteka hiqûqî û hunerî, ji bo bihêzkirina jinan a di aliyê aborî de jî derfetan pêşkêş dike. Seroka Komîteya Jinan a Komeleya Dîwanê  Necla Ebu’l-Mecd, têkildarî karûbarên ji bo şêniyên bajarê Nubyayê wiha got: “Gelek çalakiyên me yên li ser werzîşê, civakî û piştevaniyê hene. Komîteya me ya jinê, bi taybetî li ser bihêzkirina jinan a di aliyê aborî de disekine. Bi vê armancê em gelek qursên pîşeyî yên perwerdê lidar dixe.”

‘Bi saya van hevdîtinan di nav jinan de şanazî û piştevanî zêde bû’

Necla da zanîn ku ji bo jinan û jinên ciwan perwerdehiyên li ser çêkirina çenteyên bi morîkan tên çêkirin, dane û wiha pê de çû: “Me hunera dest a kevneşopî nîşanî wan da. Bi van çalakiyan em hem hewl didin ku jinan bikin xwedî pîşe, hem jî nasname û çanda Nubyayê biparêzin. Gelek jinan bi saya van perwerdehiyan markayên xwe ava kirin. Di ser medyaya civakî re hilberînên xwe difroşin. Me her wiha ji bo pêhesandina mîrasa çandî gelek gotûbêj lidar xistin.” Necla ragihand ku jinên Nubî yên li herêmên cuda yên Qahîreyê anîne ba hev û wiha got: “Gelek ji wan, ev demeke dirêj e ku ji hev ne haydar bûn. Bi saya van hevdîtinan di nav jinan de şanazî û piştevanî zêde bû. Jin hem xizmetê dikin hem jî karên xwe bi hev re parve dikin. Di nav wan de giyanek xurt a piştevaniyê bipêş ket.”

Parastina mîrasa Nubyayê

Necla anî ziman ku yek ji xalên sereke yên ku girîngî didinê, ji nû ve zindîkirina çanda Nubyayê û parastina nasnameya Nubyayê ye û wiha berdewam kir: “Em ji bo jinan derfetan ava dikin da ku tiştên çêkirine di pêşengehên herêmî û navnetewî de bidin nasîn. Bi van berheman em beşdarî fuarên navnetewî dibin, em çandên din nas dikin. Em bi taybetî hewl didin ku van agahiyan ji nifşên nû re ragihînin. Lê di aliyê beşdariya li fuarên navnetewî de pêdiviya me bi destekek zêdetir a fermî heye. Pêwîst e ku berhemên me li derveyî welêt baştir bên temsîlkirin.”

Di qada navnetewî de jî nûneriya jinan dike

Necla da zanîn ku ji salên ku xwendekara zanîngehê bûye ve van xebatan dimeşîne. Necla diyar kir ku di koma xwendekaran a “Sâvid en-Nûbe” de dest bi vê pêvajoyê kiriye, piştre vê pêvajoyê bi karûbarên siyasî meşandiye. Necla, ragihand ku ji aliyê Yekîtiya Efrîkayê ve hatiye vexwendin, ji bo temsîlkirina nasnameya xwe ya Nubî di platformên navnetewî de cîh girtiye, li Misrê di xebatên Destûra Bingehîn de di nav koma jinan a 50 kesî de bûye nûnerek. Necla da zanîn ku bi nûnerên ji welatên wek Urdun, Cezayîr, Lîbya, Lubnan û Filîstînê re, pirtûkek herêmî amade kiriye û wiha got: “Di vê pirtûkê de lêkolînên li ser yasayên ku bandorê li nûneriya jinan a di parlamentoyê de dike hatine kirin, cîh digirin.”

Pirsgirêkên sereke yên ku jinên Nubî dijîn

Li gor nêrîna Necla jinên Nubî ji jinên din cudatir nînin. Necla destnîşan kir ku di asta herêmî de jin pirsgirêkên wekhev dijîn û wiha got: “Pirsgirêka sereke, krîzên aborî ne. Ji ber ku şertên debarê xirab dibin, ev dibe barek din li ser pişta jinan. Piraniya jinan neçar dimînin di karên rojane de bixebitin. Ev jî bi xwe re bê ewlehiya kar û dahata bê aramî tîne. Her wiha di aliyê mûçe, terfî û derfetan de jî cudaxwaziyek aşkera heye. Carna rengê çermê wan jî dibe asteng. Mînak em di televîzyonan de pêşkêşvanên reşik nabînin. Lê ji ber ku çend hunermendên reşik derketin pêş, ev nêrîn hêdî hêdî guherî. Jin êdî dixwazin derkevin derveyê rolên xwe yên ku bûne qalib. Di qadên cuda de serketin bidest xistin û hatin qonaxên wek rêvebertî û civak êdî li hember wan rêzdar e.”

Rola civaka sivîl

Necla destnîşan kir ku di vê têkoşînê de pêwîst e saziyên civakî yên sivîl, pêşengên civakê, biryardar, fîgurên bi bandor, ji bo avakirina pêvajoyek rastîn a diyalog û çareseriyê, bi hev re bixebitin. Necla got ku pêwîst e ev pêvajo tu derdorek li derve nehêle û ji bo krîzên ku dijîn, çareseriyên rastîn ava bike.