Jinên nivîskar ji bo ‘Pêşangeha Pirtûkan a Rojava’ amadekarî dikin

Nivîskar û helbestvanên jin ji bo beşdarbûna 8’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Rojava, xwe amade dikin û dibêjin: “Ev derfetek e ji bo me jinan ku em ji salên borî bi hêztir bibin, hest û ramanên xwe belav bikin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Rojavayê Kurdistanê bûyereke ku salane li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe. Di vê pêşengehê de bi sedan nivîskar, helbestvan û weşanxane bi berhemên xwe beşdar dibin hem ji Rojava, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê.

Di sala borî de, beşdariyeke kêm a jinan hebû û ev jî bû cihê rexne û mixabiniyê taybet ji bo jinên ku beşdar bûbûn, banga wan hebû ku jin di sala nû de bi hêztir xwe bidin pêş. Nîvskar û helbestvanên jin li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên xwe dikin ji bo pêşwazîkirineke xurt ji 8’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan re.

‘Gelek pirtûk nehatibûn çapkirin’

Endama desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Yasmîn Meşayix di vê derbarê de got: “Em jî her sal wek rewşenbîr di pêşengehê de amade dibin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pirtûkên me ji aliyê Dîwana Wêje ve têne çapkirin. Di sala borî de tevlîbûna jinan pir kêm bû ji ber ku gelek pirtûk nehatin çapkirin. Di salên borî de hejmara pirtûkên ku Dîwana Wêje çap kirin, zêdetir bûn.

Me weke yekîtî amadekariyên xwe kirine, pirtûk jî hatine pêşinyarkirin, 4 ji wan hatine qebûlkirin û em li benda erêkirinê ne ji bo pirtûkên din jî. Bêguman dê para berhemên me yên salên borî jî di pêşangehê de hebe.”

‘Derfet e, pêwîst e beşdariya jinan bi hêz be’

Lema Elî nivîskar e, taybet bi lêkolînên wêjeyî, helbest û kurteçîrokan re mijûl dibe. Lema di 7’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a sala borî de beşdar bû, îsal jî ew xwe amade dike ku bi du berheman beşdar bibe. Wê destnîşan kir ku pêşengeh derfetek e ji bo parvekirina hest û ramanan.

Lema Elî hejmara jinan a di warê nivîsê de rexne kir, daxwaz ji jinan kir ku di pêşangeha 8’emîn de bêtir xwe bidin pêş û got: “Hîna jî divê ku jinên nivîskar û helbestvan xwe kûr bikin û beşdariyeke mezin werin dîtin, ji ber ku ji bo me jinan derfetek e.”

Parvekirina çîrokên rastîn ên şervanên azadiyê “Henase”

Lema Elî dê bi kurteçîroka xwe ya bi navê “Henase” û helbesta “Hestên Seyr” di pêşangehê de beşdar bibe. Ew dibêje ku ev pêşengeh dêriyek ji wan re nivîskaran vekir ku berhemên xwe pêşkêş bikin û wiha bi dawî kir: “Pêşengeha Şehîd Herekol bi taybet ji bo me Kurdan li Rojavayê Kurdistanê xwedî wateyeke mezin e, derfeteke ku em karîbin berhem, hest û ramanên xwe û kesên din jî bibînin. Henase ji bo min girîng e ku tê de min çîrokên şervanên azadiyê yên ser çiyan aniye ziman, çîrokên wan ên rastîn di jiyana wan a rojane de.”

Nivîskar Narîman Evdikê ya ji Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin koçber bûye. Wê çîrokên bi êş ên ku li ser axa wê çêbûn, di tûrika xwe de hilanî û pê di refên pêşengehê digere û parve dike. Narîman dibêje ku pêşengeh ji bo wê pîroz e ku ji salê heta salê li benda wê dimîne û beşdar dibe: “Cihê kêfxweşiyê bû ku min berhemên xwe di pêşengehê de dît. Her min digot gelo dê rojekê berhemeke min hebe di vê pêşengehê de.”

Bi “Derî” û “Berberoj” beşdar dibe

Narîman Evdikê da zanîn ku ew ê bi du berheman beşdar bibe û wiha dewam kir: “Ez îsal bi berhema xwe ya komçîrok “Derî” a ku di sala 2023’an de hatiye çapkirin beşdar dibim. Her wih ez bi nixuriya xwe pirtûka “Berberoj” jî beşdar dibim, ev pirtûka ku cihekî wê yê taybet di dilê min de heye ji ber ku ya yekem e û çîroka wê jî taybet e. Hin berhemên min hene lê taybet ez dixwazim bi van herdu berheman beşdar bibim, dixwazim ku aliyê jin bêtir bidim pêş.”

Berxwedana du şervanên jin di Serê kaniyê de

Narîman Evdikê bal kişand li ser naveroka pirtûka û wiha bi dawî kir: “Dema min ev pirtûk nivîsand, lehengên wê zindî bûn, lê birîndar bûn. Dema min amade dikir hîna Serêkaniyê azad bû. Dema ku hate çapkirin, Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin. Yek ji lehengên pirtûka min di wî şerî de şehîd ket. Her ez ê vê pirtûkê bidim nasîn, heta ku rojek were û ez wê li ser axa Serêkaniyê pêşkêş bikim.”