Jinên Nisêbînê li dijî êrîşa zayendî meşiyan

Jinên Nisêbînê li dijî êrişa zayendî ya li Şirnexê meşek li dar xistin û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet di her şert û mercan de bidomînin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya şermezarkirina êrişa zayendî ya çawişekî pispor li navenda Şirnexê li dijî jinek li Nisêbîna Mêrdînê meşek li dar xist. Jin, ji avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Nisêbînê heta Parka Barişê meşiyan û pankarta “Dê çeteyên tecawizkar hesab bidin” vekirin. Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Dê çeteyên tecawizkar hesab bidin” hatin berzkirin.

‘Polîtîkayên şerê taybet vala hatin derxistin’

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Nahîde Ulger daxuyanî xwend. Nahîde Ulger, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û zarokan û got ku faîl çawişê pispor hatiye parastin, sekna gel a li dijî êrişê vegot û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ji aliyê tevgera azadiyê ya jinan û gelê me yê bi rûmet ve vala hatin derxistin. Weke tevgera azadiya jinên Kurd li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundiya li ser jinan bêdeng nemînin û xweparastinê bi pêş bixin. Di serî de jin, banga me li gel ew e ku em nirxên xwe biparêzin.

‘Tu hevalên me yên jin ne bi tenê ne’

 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar  diyar kir ku tundiya heyî bêhtir hatiye girankirin û got: “Di serdema desthilatdariya AKP’ê de 7 hezar jin hatin qetilkirin. Jin li malê rastî tundiya xizmên xwe tên. Di bingeha tundiya li dijî jinan a li Kurdistanê de polîtîkayên şerê taybet hene. Peywirdarên dewletê xwe dispêrin hêza dewletê. Hê jî mehek berê li Wanê êrişî jinên ciwan hat kirin lê bersiva xwe girtin. Li Şirnexê jî çawişekî pispor hewl da hevaleka me êrîşa zayendî pêk bîne û destdirêjiyê lê bike. Ji bo wan li Kurdistanê kirina sûcên wiha pir hêsan e lê weke jinên ji vê dozê bawer, li ku derê dibe bila bibe em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin. Em ê li dijî AKP’ê xwe birêxistin bikin. Em gotina xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ careke din li dijî AKP’ê û dewleta mêr dubare dikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.