Jinên Misrî: Divê di nav tevgerên jinan de tor bên avakirin

Jinên Misirê diyar kirin ku têkoşîna ji aliyê tevgerên femînîst ve di asta herêmî û neteweyî de bandoreke girîng dike û wiha gotin: “Jin xwedî fikir, dîtin û tecrubeyên îlhamê ne. Divê di nava tevgerên jinan de tor bên avakirin.”

ESMA FETHÎ

Qahîre – Têkoşîna jinan a ku li seranserê cîhanê mezin dibe bandorê li jinên Misrî jî dike. Bi heman awayê çanda berxwedanê ya jinên Misrî dane avakirin jî hem bandorê li jinên welatên cîran dike, hem jî bi tor û têkiliyên bi tevgerên jinan ên navneteweyî re ava kirine dihêle ku mezin bibe. Dîrektora Bernameya Mafên Aborî û Xebatê û Şêwirmenda Aborî ya Femînîst û Zayendî ya Weqfa Jin a Nû Mey Salih destnîşan kir ku bi gelemperî tevgera femînîst bi hev re di nav pêwendiyê de ye û got ku jinên Misrî jî parçeyek ji vê torê ne.

‘Dozên jinan yek in’

Mey Salih wiha got: "Tevgera jinan bi giştî bi hev ve girêdayî ye. Çi li Bakur çi jî li Başûr çi li Rojava û çi jî li Rojhilat be ji ber doz mîna hev in. Di encamê de her berxwedan an jî şerekî jinan li cihekî bandorê li welatê din dike bi taybetî di dozên kesayetî yan jî tundiyê de ji ber yekser jinan hedef digre."

Mey Salih bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û got: "Karê di pêngavan de weke mînak bi taybetî pêngavên têkoşîna li dijî tundiyê û cudakariyê weke teşwîqekê daxwaza heman tiştî dikin e. Ev diylog û bandora heyî berdewam dike ji ber tevgera femînîst a Ereb û Misrê xurt e û salên dirêj rewşa jinan veguherandiye tevgereke femenîst. Dewletên mîna Mexrib û Tûnisê weke mînak di dozên kesayetî de gelekî xurt in û dikarin mijara malbatî û rewşa kesayetî bi pêş bixin. Ji bo Misrê jî bûne mînaka herî li pêş û teşwîqek ji tevgera xwecihî re ji bo heman dozan e.”

‘Fikra hevgirtina jinan a bêsînor heye’

Mey Salih bi gotinên; "Her pêşketin û tevgerek di dozên jinan de alîkariya kesên girîngiyê didin van fikran dike” wiha domand: “Di nav bandorê de jî mijara parastina mafên mirovan ji ber hinek tor hene parastina wan dikin çi li Afrîkayê û çi jî li dewletên Ereban an cîhanê be ji ber fikra hevgirtina jinan a bêsînor heye."

Jinên Misrî bandorê çêdikin û rola wan a navdewletî û herêmî heye

Mey Salih teqez kir ku tevger mîna hev in ji ber jinên li welatên Ereban û hundir bi bandor in û wiha berdewam kir: "Yekitiya jinên Behrênî pirtûkeke nû derxist. Di pirtûka xwe de gelek sûd ji tecrubeyên tevgera femînîst a Misrê girtiye ji bo tevgereke jinan cuda li wê derê ava bikin."

Mey Salih wiha domand: "Li Misrê fermandar û kadroyên jin ên mezin û bi bandor hene. Ew endamên torên navdewletî û herêmî ne. Demek dirêj di belgekirina li ser lihevkirinên navdewletî, bi taybetî yên bi mafên jinan ve girêdayî û beşdariya navdewletî û konferansan de kar kirine."

Doz yek in û rastî ne dûrî hev in

Endama koma cîbicîkar a destpêşxeriyê Muenes Salim Êncî Samî jî got: "Jinên Misrê ji tevgerên jinan bi bandor dibin çi li ser asta navdewletî çi jî Ereb be. Bandoreke wan a taybet jî di dema piştî şoreşê de hebû. Ji ber dema Tûnis li ser zagonên xwe yên parastina jinan dikin tevgeriya paşê dengên xwecihî jî bi heman dengî bang kirin."

Her wiha bal kişand ku pêngava "Me Too" ya cîhanî redên wê yên xwecihî jî hebûn ji ber rê li pêşiya kesên destdirêjiya cinsî li wan bûye vekir ku tecrubeyên xwe bibêjin û wiha berdewam kir: "Ez gihîştime gelek dewletên Ereb û xwecihî. Bi hezaran bawername rojane derdikevin ji ber jin hîs dikin ne tenê ne yên ku binpêkirin li dijî wan dibin."

Êncî Samî bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinan û got: "Beriya çend rojan Muenes Salim di civîneke herêmî de bû. Gelek jinên ji dewletên cuda lê hebûn. Tişta balkêş ew bû ku gelekî dişibiyan hev û azarên wan bi taybetî jinên li gundan dimînin yek in. Mîna ku her kes di heman qadê û rûberê de dijî. Ev weke teşwîqeke ji karê herêmî û hevgirtinê re di navbera jinan de bêyî ku li sînoran were nêrîn."

Di dawiya axaftina xwe de Êncî Samî wiha got: "Jinên Misrê hebûna wan heye û hebûna wan di aliyên navdewletî de bi bandor e. Ji ber fikir, nêrîn û tecrubeyên wan di rastiyê de hene bi taybetî aliyekî mezin ji van dozên di hundirê xwecihî de li ser kar dikin li gelek dewletan hene ji ber azarên ku jin dikşînin heman azar in."