Jinên Misrê yên li hemberî zoriyan ser ketine hatin xelatkirin

Jinên Misrê yên di qonaxên cuda yên jiyanê de karîn li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin û bigihêjin lûtkeya têkoşînê hatin xelatkirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Jin di qonaxên cuda yên jiyana xwe de têdikoşin ku bikaribe bi hemû zehmetiyan re rû bi rû bimîne û bigihêje asta herî jor a vê têkoşînê ku kar û barên aborî yên ku dikeve ser milê wan bicîh bîne. Ev jî mijara hêjayî rûmeta cîhanî û herêmî ye ji ber ked dayîna bê berdêl a wê dayikê ku bibe lehenga hêja ya çîroka zarokên xwe.

Roja jinên serpereşt

Damezrînera Înîsiyatîfa "Destpêkek Nû" Naglaa Ayad diyar kir ku wê roja 28'ê Adarê li Wezareta Karê Derve ya Misirê weke yek ji çalakiyên înîsiyatîfê ya 5 sal berê tomar kiriye lê ji ber nêzîkbûna meha remezanê, neçar man ku îsal wê rojê biguhere bike heftê Adarê. Organîzatorên şahiyê, hewl dan ku ronahiyê bidin ser rola jina serpereşt aji bo debara malbata xwe kar dike. Ji xwe îsal di nava jinên bên xelatkirin de jinên bi nexweşiya penceşêrê û dayikên xwedî pêdiviyên taybet jî hene. Naglaa Ayad destnîşan kir ku ji sala par ve hashtaga "Lehenga Çîroka Zarokên xwe" derxistiye ser turên civakî, ji ber ku hemû jinên bi rûmet leheng in ku karîne zarokên xwe ber bi rêya rizgariyê û serkeftinê ve bibin û ji bo vê yekê jî li ber xwe dane.

Çîrokên çend jinên di roja jinên serpereşt de xelat girtine

Nêzî 30 çîrokên balkêş ji têkoşîna jinan a li gelek parêzgehan heye, çi ji bo piştgirîkirina zarokên xwe yên nexweş. Aya Îsa ji bo ku dayikan teşwîq bike ku nexweşiyên zarokên xwe bipejirînin û ji bo ku wan li jiyanê bigirin û wiha dibêje: "Ez di 18 saliya xwe de zewicîm û di nava demek kin de kurê min Hesen çêbû. Piştî dayikbûnê min nexweşiya wî ferq kir. Lewra min xwendina xwe ya zanîngehê temam nekir ji ber ku ew nexweşiya felcê ye, ango mêjûya wî li derveyî laşê wî ye, ji ber wê jî zehmet bû ez hem bixwînim hem jî li wî binêrim. Tevî ku bijîjkan ji min re piştrast kirin ku bi dermanan çênabe xerca ji bo dermanên fizîkî tenê xercek pereyan e, dîsan jî min ew yek heya 9 salan kir. Di du saliya wî de ez li ser amadebûna wî xebitîm bi riya qursên pêşkeftina jêhatî û rewşenbîrî. Bi zor û zehmetî min karî wî li xwendingehekê tomar bikim û di perwerda avjeniyê de tomar kir û şampiyoniyek bi dest xist û motorsîkletek kirî da ku bikaribim wî bigihînim dibistanê. Wê demê 10 salî bû tevî nexweşiya xwe gelek pêşbirkên ji çalakiyên ku ji aliyê Wezareta Ciwanan û Werzişê ve hatine destpêkirin qezenc kir.”

Di nav wan xelatgiran de Suha Seîd a 42 salî jî heye ku ji ber du zarokên keç aniye ji aliyê hevserê xwe ve hatiye cuda kirin û berpirsyariya her du keçên xwe girtiye jî wiha dibêje: "Hevserê min ez terk kirim. Wê demê ez bi keça xwe ducanî bûm, ji ber ku malbata wî ji jinan nefret dike, ez terik kirim. Min biryar da ku ji bo wan bi serbikevim û ji bo mezinkirina wan bixebitim.”

Emanî Mihemed ku li parêzgeha Feyûmê dijî, zarokên xwe wek lehengên çîroka xwe dibîne jî wiha got: "Me her sêyan ji sala 2008’an heta îro giringî daye ser xwe. Heta sala 2010’an li walîtiyê di gelek projeyên derve de xebitîm. Ji ber nebûna derfetên kar, ez li Qahîreyê li karekî geriyam û li ser dijwariya meselê û metirsiya barkirina zarokên xwe ji bo karê demkî difikirîm, lewra min biryar da ku her roj ji parêzgeha Feyûmê vegerim Qahîreyê.

Dayika du zarokan Nesma Ehmed a ji parêzgeha Şerkiyê jî derbarê  awayên xebatên xwe de wiha dibêje: "Ez gelekî ji bo debara zarokên xwe fikirîm piştî ku bavê wan ew hêlan û reviya. Min biryar da ku ez otomobîlek ji cîranê xwe bikirim da ku lê bixebitim, gelek kêmasiyên wê hebûn ji ber ku hema hema nehat bikar anîn û ez fêrî ajotinê bûm da ku bikaribim li ser bixebitim. Bi vî rengî bûm perwerdekara ajotinê.”