Jinên Misrê li dijî koletiya di nava malê de têdikoşin

Jinên Qahîreye bal kişandin ser binpêkirinên ku jin di nava malê de rast tên, diyar kirin ku di nava malê de weke kole li jinan tê mêzekirin û divê li dijî vê yekê têkoşîna jinan were bilindkirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Li Misrê gelek jin rastî tundiya di nava malê de tên. Li welat yek ji mijara ku tê axaftin normalkirina tundiyê ye. Cihê jinan bi rolên di nava malê de hatiye sînordarkirin û weke teyîsandina zihniyeta mêr derdikeve pêşberî me. Zihniyeta mêr bi kolekirina, hewl dide rola jinan di asta koleya malê de bi sînor bike. Hanan Manna yek ji wan jinên ku tundî qebûl nekiriye û li dijî vê têdikoşe ye.

Hanan Manna diyar kir ku bi taybetî jin di nava malê de nirxê ku heq dikin nabînin û wiha got: “Di nava malbatê de bi çavên ‘xizmetkar’ li jinan tê mêzekirin. Jinên zewicî weke hevjîn û hevala jiyanê nabînin û erka wan tenê bi kara malê re hatiye sînordarkirin. Ev nêzîkatî bi serê xwe heqaret e û mafên mirovan binpê dike. Jin gelek deman bi tirsa ku dê ji civakê werin dûrxistin doza hevberdanê nakin û ji ber vê jî êşên ku dikşînin du qat zêde dibin.”

‘Zarokên keç weke bar dibînin’

Hana Manna destnîşan kir ku bi giştî jinên ne xwedî aboriya xwe ya serbixwe ne neçar dimînin jiyana zehmet qebûl bikin û wiha domand: “Gelek malbat ji ber sedemên aborî zarokên xwe yên keç bi zorê didin zewicandin. Zarokên keç ji bo xwe weke bar dibînin. Di dema destgirîtiyê de lihevnekirin çêdibe lê belê baweriya ku wê bi zewac û anîna zarokan re ev rewş were guhertin heye. Mixabin lihevnekirinên ku di dema destgirtî de tên jiyin piştî dizewicin jî berdewam dike û piştre jî rewş xirabtir dibe.”

‘Divê sînorê tu kesê neyê binpêkirin’

Hanan Manna anî ziman ku li beramberî binpêkirin û zextên di nava malbatê de tu çareserî nîn e û got: “Gelek jinên zewicî bi hevjîn û malbata hevjînê xwe re pirsgirêkan dijîn. Divê herdu alî jî sînor bi xwe di nava malbatên xwe de daynin. Mafê tu kesê nîn e, mafên kesên din binpê bike divî sînorê kes neyê binpêkirin. Di zewacê de rêzdarî gelek girîng e û ger ev were pêkanîn dê pirsgirêk jî were çareserkirin.

‘Di nava malbatê de jin bi gelek karan re eleqedar dibin’

Ji jinan Madiha Al-Kilanî ji diyar kir ku di nava malê de jin bi gelek karên weke lênêrîna zarok, çêkirina xwarinê û paqijiyê re eleqedar dibin û wiha got: “Gelek malbat dema ku kurên xwe dizewicînin bi çavên ku ‘xizmetkarek’ anîne malê nêzî bûka xwe dibin. Divê malbat ji nifşên nû re bibin modelên baş. Ger di nava malbatê de rêzdarî nebe, jin nirxên pêwîst nebînin û her dem rastî heqaretê werin, wê ev rewş bandorê li zarokan û nifşên pêşerojê jî bike.”