Jinên Misirî biryara koçberkirina gelê Xezayê şermezar kirin
Jinên Misirî biryara koçberkirina gelê Xezayê şermezar kirin û piştgirî dan wan. Jinan gotin ku mafê tu kesî tune ye biryarê li ser çarenûsa gelê Xezayê bide.

ESMA FETHÎ
Qahîre – Di van demên dawî de ji aliyê serokê Emerîkayê Donald Trump ve daxuyanî hat dayîn û diyar kir ku divê gelê Xezayê ji warên xwe koçî Urdan û Misirê bike. Li hemberî vê biryarê gel bertekên xwe nîşan da û da zanîn ku ev biryar ji bo guhertina demografîk e. Gelek xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Her wiha helwesta hikumeta Misirê ya nerazîbûna koçberkirina gelê Xezayê jî derket pêş.
'Koçberkirina gelê Xezayê ne di cih de ye'
Derûnînas Esma El-Enayî diyar kir ku mafê tu kesê nîn e biryara koçberkirina gelê Xezayê bide û wan bi zorê ji ax û welatê wan derbixe û got: “Ji nû ve avakirina Xezayê berpirsyarî ye û divê her kes ji bo vê yekê xwe berpirsyar bibîne, erka xwe pêk bîne. Her wiha divê aştî çêbibe û şer demildest raweste, gel ji cihê xwe koçber nebin. Koçberî gelek zor e û mirov di pêvajoyên hesas re derbas dibe. Koçberkirina gelê Xezayê ne rast e û divê ev yek jî pêk neyê."
'Em piştevaniya gelê Xezayê dikin'
Endamê Komeleya Misrê ya Mafên Aborî û Civakî Rehmê Semîr da zanîn ku jinên Filistînî hemû êş û azar dîtine û tehemul kirine û got: “Wan malbet û zarokên xwe winda kir lê heya niha bi îsrar û sekn li hemberî siyasetên tunekirinê disekinin. Sekna jinên Filistînî ji bo parastina ax û welatê xwe gelek bi nirx e. Îsraîl herî zêde jin û zarokan hedef digre. Em weke gelê Misirê heya dawiyê piştevaniya gelê Xezayê dikin. Di heman demê de em koçberkirina gelê Xezayê bi tundî şermezar dikin. Ji ber ev koçberî wê guhertinên demografîk bi xwe re bîne. Emerîka li gorî berjewendiyên xwe hemû nexşeriyên cîhanê diguherîne. Mafê gelê Xezayê heye ji bo welatê xwe biryar bide, ji ber ku ji bo axa xwe bedelên giran dane."