Doza Îman Bouzouda: Nimûneya bêcezatiyê

Êrîşa mêrê wê yê berê li ser Îman Bouzouada nîqaşên li ser şîdeta li dijî jinan li Mexribê ji nû ve vejand. Rêxistinên jinan balê dikişînin ser kêmasiya cezayan û nebûna mekanîzmayên parastinê.

RECAA XEYRET

Mexrib – Çîroka Îman Bouzouada ya 25 salî ya ji herêma Taza ya Mexribê ye, ji rastiya tarî ya ku şîdeta li dijî jinan zêde dibe, ne dûr e. Ew bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re bi bêdengî êşê dikşîne û pir caran nikare dengê xwe derxe yan jî li tacîzkar û tecewizkaran gilî bike.

Wek jinên ciwan ên din, projeyên Îman Bouzouda jî hebûn ku dixwest pêk bîne. Wan bi hêvî û bendewariyê xwedî dikir. Heta ku zilamek hat û ew ji mirovahiya wê bêpar hişt. Tecawiz li wê kir, ji bedena wê bêpar hişt û dawî li pêşerojek ku hê roja wê nehilatibû, anî.

Malbatê bi tecawizkarê wê re zewicand

Trajediya wê bi tecawizê bi dawî nebû. Şoka wê hê mezintir bû, dema ku wê kifş kir ku tecawiz bûye sedema ducaniyek nexwestî. Malbat û civaka wê ew neçar kir ku bi tecawizkarê xwe re bizewice. Piştî 6 mehan ji vê zewaca bi darê zorê, ku di wê demê de her cûre tundî û heqaretê dît. Ji bilî ku ji hevjînê xwe daxwaza berdanê bike, berî ku ew bi hovane wê kêr bike, di encamê de 130 kêl bavêjin sûretê wê, demarek di destê wê de qut bû û birînên kûr ên psîkolojîk çêbûn ku dê dermankirina wan dijwar be.

Rêze tundiyê ku pê re rû bi rû maye

Îman Bouzouda diyar kir ku ew neçar maye bi tecawizkarê xwe re bizewice. Zawaca ku piştî destdirêjî û tecawiza li wê hatiye kirin. 5 sal cezayê girtîgehê li vî zilamî hatibû birîn, lê di encamê de Îman ducanî bû û zarokek wê çêbû. Îman dixwest parastin û lênêrînê bide wî, ji ber vê neçar ma ku dev ji mafên xwe berde, cezayê wî daxist salekê.

Piştî ku qewlê wî qediya û ji zindanê derket, wan peymana zewacê temam kir da ku pêşeroja zarok mîsoger bikin, lê jiyana wan ji bilî berdewamiya rêze tundiyê tiştek din nebû. 6 meh piştî zewacê, ev hemû tişt bûn sedema hevberdana wan.

Îman Bouzouda hûrgiliyên bûyera bi êş wiha anî ziman: "Ji ber gefên ku wî li min kirin, min her tim ev çarenûs texmîn dikir. Her wiha ji ber sûcên din jî, tomarên wî yên sûc hene. Di nav vana de gefên ku rûyê min bi ava kelandî têk bibe, hebû. Ez bawer dikim ku roja êrîşê tiştek li ber destê wî hebûya, wê avê biavêta ser rûyê min."

Dîsa tundî lê hat kirin

Îman Bouzouda ragihand ku piştî ku telefona wê jê stendiye, wê û zaroka wê bi zorê biriye maleke terikandî û tiştên ku li wir aniye serê wê, wiha vegot: “Carek din êrîşî min kir, li min xist, porê min qusand û ez birçî hiştim heta ku ez roja din reviyam û hatim ba malbata xwe. Min bi belgeyek bijîşkî li gel rayedarên pêwendîdar gilî kir, piştre ev gilî ji Dadgeha Îstînafê re hate şandin, ji ber ku doz sûcekî giran dihewîne."

130 kêl avêtin sûrêtê wê

Îman Bouzouda tam gihêşt mala xwe, dît ku ew li ber derî li benda wê ye û gelek heqaret li wê kir ji ber ku wêrek bûye û gilî kiriye. Dîsa ji Îman xwest ku giliyê xwe paşve bigre, ji ber ku polîs li wî digeriyan da ku dîsa bigirin. Dema ku Îman qebûl nekir, carek din bi tundî êrîş kir û bi kêrê li rûyê wê da. Di encam de 130 kêl avêtin sûretê wê û demarek destê wê hat birîn. Piştre ev zilam hat girtin, bi riya telefonê carek din gef li Îmanê xwar ku dema derket ew ê tola xwe carek din hilde.

‘Zaroka min ez nas nedikirim’

Îman Bouzouda xemgîniya xwe ya kûr a ji ber xirabûna rûyê xwe anî ziman û wiha got: “Heta zaroka min ji min ditirsiya û ji ber birînan nikaribû dayîka xwe nas bike. Her wiha min daxwaza piştgiriya bijîşkî û psîkolojîk kir da ku alîkariya min bike ku di vê pêvajoyê de bi ser bikevim.”

'Tevî hewldanan bûyerên tundiyê zêde dibin'

Aktîvîst, parêzer û Seroka Komeleya Piştgiriya Mexdûrên Mexribî Ayşe Klaa bersiv da tiştên ku li ser platformên medyaya civakî û raporên hin rêxistinên mafên mirovan piştî êrîşa ku Îman bouzouda pê re rûbirû maye, hatine belavkirin. Ayşe destnîşan kir ku ev sûcek êrîşa fîzîkî û psîkolojîk e û pir giran tê hesibandin. Ayşe da zanîn ku wêneyê rewşa Îman nîşan dide û wiha got: “Mixabin, gelek "Îman" hene û berî wê "Sanaa" ji bajarê Tiflet hebû û berî wan Emîna El-Fîlalî hebû, ku neçar ma bi tecawizkarê xwe re bizewice û xwe kuşt. Lîste hê jî ji bo mexdûrên nû vekirî ye. Em bi bûyerên tundiya li dijî jin û jinên ciwan re rûbirû ne, tevî hebûna zagonên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê hatine dayîn jî. Her wiha civaka sivîl jî dixebite da ku hişyariyê belav bike û vê bûyerê kêm bike. Lê dîsa bûyerên tundiyê gelek rû didin."

'Bila mexdûr bi tecawizkaran re neyên zewicandin'

Ayşe Klaa meraq kir ka cezayê ku dikare li ser êrîşkarê Îman Bouzouda were birîn ewê çi be û tekez kir ku her çiqas ceza giran be jî, ew ê zirara ku wê kişandiye telafî neke. Ayşe Klaa wiha got: Piştî bûyera trajîk a ku jiyana Emîna El-Fîlalî di sala 2012'an de kuşt, pêşnûme zagonek li odeya duyemîn a parlementoya Mexribê hat pêşkêşkirin. Ev zagon, paragrafa duyemîn a madeya 475'an a zagona cezayî jê dike, ku destûr dide tecawizkar bi mexdûra xwe re bizewice û di rewşa zewacê de wî ji girtîgehê azad dike. Ji ber vê piştî jêbirinê, tewar zewaca bi mexdûreke tecawizê re jî kesî ji doz û girtinê azad nake. Rêxistinên mafên mirovan bang li dadgeh û dadwerên Mexribî dikin ku li ser xetereyên tecawizê hişyariyê bidin û destûr neyê dayîn ku mexdûr bi tecawizkarên xwe re bizewicin. Encama îro ew e ku çi hat serê Îman û ger rewş wiha berdewam bike dê çi bê serê yên din."

'Civakek bi tundî tê nasîn'

Ayşe Klaa bi tundî rexne li nebûna parastina ji van jinan re kir û got: "Divê ev jin berî û piştî bûyerê bên parastin. Digel ku zagona 103-13 ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan ku di sala 2018'an de ji bo kêmkirina bûyerên tundiyê ket meriyetê, dîsa di van salên dawî de ev diyarde zêdetir bûne û ev zagon nebûye cihê çareseriyê. Her wiha ji ber nebûna cezayên têrker ên sûcdaran ku dihêle carek din sûcan pêk bînin. Her kesê ku bûyerên wiha di nav civakê de normal dibîne, tundiyê normal dike. Dadwar, polîs û civak jî hemû bi tundiyê tên nasîn û wê normal dikin."

'Zagon têr nake ku sûcdar bên darizandin'

Ayşe Klaa destnîşan kir ku aliyê zagonî ji bo sînordarkirina vê bûyerê têr nake û daxwaz kir ku ev zagonên astengkirinê werin bicîhanîn û li dijî sûcdaran werin hişkkirin. Di heman demê Ayşe da zanîn ku muameleya sist a dadweriyê ya bi van bûyeran re berpirsiyarê belavbûna berfireh a diyardeyê ye. Di nav gotinên xwe de Ayşe daxwaza dabînkirina mekanîzmayên parastinê li dijî tundiyê kir, wek ku di zagona 103-13 de hatiye destnîşankirin.

Gelo rayedar xwedî îradeyeke ji bo têkoşîna li dijî tundiyê ne?

Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Klaa pirsek girîng derxist holê li ser asta îradeyeke rastîn a ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan li Mexribê. Rewşek wisa bûye sedema berfirehbûn û vegirtineke girîng a medyayê û ev yek bûye sedema pirsek ji rayedarên têkildar re, ku tê pirsîn gelo bi rastî jî ew xwedî îradeyeke ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan in?