Jinên Mexribê daxwaza guhertina Qanûna Malbatê dikin
Jinên Mexribê daxwaz kirin ku di Qanûna Malbatê ya Mexribê de guhertinek radîkal bê kirin, ji bo pêşîgirtina zewaca bi darê zorê ya di temenê biçûk de, pirzewacî û biçûkxistina jinan a di civakê de pêşniyarek pêşkêş kirin.
HANAN HARITE
Mexrîb - Komeleya Ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Têkoşîn bi boneya10’ê Cotmehê Roja Neteweyî ya Jinan a Mexribê bi dirûşma "Ji bo qanûna malbatê ya ku hêviyên jinan pêk tîne, valahî û kêmasiyan tijî dike, malbatan diparêze û guncaniya wan xurt dike" li Kasablankayê semînerek li dar xist. Çalakvanên mafên mirovan ên beşdarî semînerê bûn, bal kişand ser kêmasiyên Qanûna Malbatê ya Mexribê ya di mijarên kêmkirina tundiyê li ser bingeha zayendî û ji bo edalet û wekheviyê re peydakirina gihandina wekhev de.
"Divê demlidest di berçavan de were derbaskirin”
Rêvebera Komeleya Ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Têkoşîn Buşra Abdo destnîşan kir ku divê demildest Qanûna Malbatê di ber çavan de were derbaskirin û got ku dem hatiye qanûna malbatê ku bersiv bide bendawariyên jinan, valahî û kêmasiyan digre dest û aramiya malbatan diparêze were aktîfkirin.
“Divê parvekirina mal û milk bi adilane be”
Buşra Abdo di navbera semîneran de ji mîkrofona me re axivî û diyar kir ku armanca semînerê ew e ku ji bo qanûnek malbatî ya adil û lihevhatî ku rûmeta jinên Mexribê û hemû malbatan diparêze, nîqaşek watedar û berhemdar were destpêkirin. Buşra Abdo bal kişand ku pêwîst e pêşiya zewaca di temenê zarokatiyê de bê girtin û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina zewaca bi darê zorê ya di temenê biçûk de, pirzewacî û biçûkxistina jinan a di civakê de pêşniyarek hat amadekirin. Buşra Abdo ku dixwaze zarok li gorî Peymana Mafên Zarokan ji mafên xwe sûd werbigirin her wiha destnîşan kir ku divê di telaqê de parvekirina mal û milkê bi adilane be.
Pirsgirêk pirsgirêka ferasetê ye
Seroka Komeleya li Dijî Tundiya Ser Jinê Têkoşîn a Mexribê Fatima Zahra Chaoui jî diyar kir ku Qanûna Malbatê ya Mexribê ji ber bêedaletiya xwe ya li dijî jinan dikeve qada eleqeya civaka sivîl. Fatima Zahra Chaouî wiha got: “Her çend Qanûna Malbatê ji bo parastina jin, mêr û malbatê bi giştî hatibe jî pirsgirêka herî girîng a ku pê re rû bi rû dimîne feraset e. Civak difikire ku qanûn zêdetir maf dide jinan. Lê bi rastî newisa ye. Gelek beşên cudaxwaz hene. Ji ber vê yekê em daxwaza jêbirîna beşa 400 dikin.”
Endama Komeleya Jinan a Demokratîk a Mexribê Wedad Lasfar, diyar kir ku naveroka qanûnê li dijî daxwazên destûra bingehîn a sala 2011an e ku bi prensîbên nû yên wekî wekhevî û hemwelatîbûna tam ji bo jinan û serweriya peymanên navneteweyî ye û da zanîn ku mîras ne li gorî bendên qanûnî ye.