Jinên Mexribê bi îsrar in ku zagona malbatê bê guhertin

Aktivîstên mafên jinan ên Mexribê ji bo zagona malbatê ku ji sala 2004’an ve heta niha di meriyetê de ye, ji bo bendên li dijî jinan biguherin têkoşîna xwe didomînin.

HANAN HARÎTE

Mexrib - Li Mexribê ji bo guherîna zagona malbatê ya di meriyetê de ye, têkoşîna aktivîstên mafên jinan berdewam dike. Der barê guherînên ku di zagona mijara gotinê de werin kirin de, rojên borî Koalîsyona Jinan a ji bo Zagona Girêdayî Wekhevî û Rûmetê daxuyanî da û diyar kir ku dixwazin di mijarên zewaca di temenê biçûk de, bi zorê zewicandin, hevberdan, welayeta zarokan, belgeya binemal, pirzewacî û mîras de guherîn werin çêkirin.

‘Bi naverokên dînî ve girêdidin û fetwayan derdixin’

Aktivîstên mafên jinan der barê zagona malbatê de ji ajansa me re nirxandin kirin. Parêzer Suad Batal diyar kir ku Lijneya Bilind a Zanistê der barê zagona malbatê de xwedî erka ku bi ‘naverokên dinî’ ve girêdidin û fetwayan derdixin. Suad Batal da zanîn ku Lijneya Bilind a Zanistî der barê guherîna zagona malbatê de weke amûra şêwermend jî erk dike û wiha got: “Di zagona malbatê de ji madeya 400’an û pê ve divê serî li têgihîştinan bidin. Îçtîhat xebatên fikir bi dawî dikin. Em di wê hêviyê de ne biryarên lijineya zanistê divê bi îçtihadê re hev bigrin.”

Endama Federasyona Yekitiya Mafên Jinan Noura Al-Munaim destnîşan kir ku der barê guherînên dixwazin di zagona malbatê de were kirin de, bi hincetên ‘wê zirarê bide malbatê’, ‘tenê dê mafên jinan biparêzin’ rexne kirine û bertek girtine. Noura Al-Munaim bal kişand ser wekheviyê û da zanîn ku weke tevgera jinan, her dem ji bo pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de têdikoşin.

‘Vegera civakê tê lêpirsînkirin’

Profesor û antropolog Naima Chikhaoyî ku di heman demê de di xebatên navneteweyî yên mijarên wekheviya zayenda civakî de cih digre wiha got: “Pirsgirêka kurtajê, wekheviya mîras, jinek ku bi mêrek ne misilman re bizewice û gelek mijarên din ên civakê dîn û siyaset tên lêpirsînkirin. Careke din asta civakê ya mafên mirovan, vegerên dinî tên lêpirsînkirin. Ji bo zêdetir demokratîkbûn û ji bo mafên wekhev ên hemû jin û mêrên Mexribê dînamîkên siyasî hene.” Naima Chikhaoui anî ziman ku li Mexribê ji bo guherîna zagona malbatê ku ji sala 2004’an heta niha tê pêkanîn bi dehan salan e têdikoşin û got: “Ceribandin di aliyê jinan de qezencek e. Ceribandinê sûd da ku jin di civakê de daxwaza guherînan bikin.”