Jinên Mexmûrê: Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi ser bikevin

Jinên Wargeha Penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku beşdarî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta tirk bûbûn wiha gotin: “Em ê bi hêz, vîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker bisekinin.”

Mexmûr- Dewleta tirk duh bi balafirên bêmirov êrîşî malek li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî kir û di encamê de birîndarek çêbû û kesên ku ji bombebaranê bandor bûne hene.  Her wiha Kesên ku ji bombebaranê bandor bûne nefesa wan teng dibin û dikuxun. Gelê Mexmûrê da ku vê êrîşî şermezar bikin duh meşek girseyî li dar xistin. Meş li ber dêriyê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) destpêkir û heta neteweyên yekbûyî dewam kir.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Nûran Sezgîn êrîş şermezar kir û got: “Em êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî Mexmûrê şermezar dikin. Dewleta tirk careke din rûyê xwe yê reş nîşan da û carek din bi balafirên bêmirov êrîşî malek wargehê kir. Ev êrîş ne cara yekemîne ku dewleta tirk pêk tîne, ji sala 2017’an heta niha êrîşên dewleta tirk li dijî wargehê ranewestiyaye. Ev êrîş di tu zagonên cîhanê de nîne ku wargehek penaberan were bombebaran kirin. Gelê Mexmûrê di sala 1994’an de ji ber kuştin, ambargo, serbirin û gelek êrîşên cuda re rû bi rû ma, lê tucaran serê xwe netewand û li ber xwe da. Êrîşên ku ji sala 2017’an ve destpêkiriye, heta niha jî li ber xwe dide û li dijî êrîşan têdikoşe. Hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê hevkarên van êrîşane, ger ne hevkarbûna li beramber van êrîşan bêdeng nediman. Dê gelê Mexmûrê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bi rûmet bi serbikeve.”

“Em ji êrîşên dewleta tirk natirsin”

Kerîman Qewalî ku beşdarî meşê bûbû helwesta xwe wiha anî ziman: “Dewleta tirk carek din êrîşî Mexmûrê kir û em wek gelê Mexmûrê van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan çavê vê gelê bitirsîne, lê em tucaran ji êrîşên dewleta tirk natirsin, ji ber ev êrîş, erîşekî tirsoneke. Erdoxan ne dibêje, jin, zarok û ixtiyar êrîşî nava wargehê dike. Ji ber sedemên êrîşan derûniya zarokan bandor dibe. Bila dewleta tirk û Erdoxan baş bizanibin gelê kurd tune nabe û wê bi serbikeve. Em ji ber kiryar û govitiya dewleta tirk koçber bûn û hatin Mexmûrê, lê heta niha jî êrîşî me dike. Em hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê jî şermezar dikin, ger ne hevkarên dewleta tirkbûyana, dewleta tirk êrîşî Mexmûrê nedikir. Em cardin van êrîşan şermezar dikin û em tucaran ji balafirên Erdoxan natirsin û serkeftin dê her ya me be.”

“Em tu caran tune nabin”

Hemaîl Tekîn jî bi tundî êrîş şermezar kir û helwesta xwe wiha parve kir:  “28 sale em penaberin, me heta niha çi zererek ne daye dewleta Iraqê, eve sê sale PDK riya me girtiye da ku em tune bibin, bila vê yekê baş bizanin em tu caran tune nabin. Em ji nû ve bi hêztir dibin û em tu caran gav di şûnde neavêjin, emê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ma li kijan zagonên cîhanê de hene ku wargehek ya penaberan were bombaran kirin, lê dewleta tirk hemû zagonên navnetewetî bin pê dike û tê wargeha me bombaran dike. Em  êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û em bang li dewletên navneteweyî dikin ku êdî bila li beramberî van êrîşên dewleta tirk yên li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê helwesta xwe bidin diyarkirin û rê nedin dewleta tirk ku êrîşî wargeha me bike û bila erka xwe pêk bîne. Em weke gelê Mexmûrê em ê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe bi serbikevin.”