Jinên Lîbyayî li dijî tundiya dîjîtal rêbazên têkoşînê nîqaş kirin

Buroya Piştevanî û Hêzkirina Jinan a Zanîngeha Bîngaziyê û rêxistina "El-Mizan", komxebatek bi sernavê "Mekanîzmayên parastin û ewlehiyê li dijî tundiya elektronîk a li dijî jinan" lidar xist.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Jin û zarokên keç di kanalên medyaya dijîtal ku bi pêşketina teknolojiyê re belav bûne de rastî tundiya dîjîtal tên. Li bajara Bîngazî ya Lîbyayê ji bo di mijara tundiya dîjîtal de hay jê hebûna pêwîst ava bibe, Buroya Piştevanî û Hêzkirina Jinan a Zanîngeha Bîngaziyê û rêxistina "El-Mizan" ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, xebata atolyeyê jî di nav de rêze semîner li dar xist. Ev saziyên ku bi Rêxistina Zayendiya Civakî Nawazî, Birima Jin a NY, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî û Daîreya Perwerdehiyê ya Wezareta Karên Hundir re di hevkariyaê de ye komxebatek bi sernavê "Mekanîzmayên parastin û ewlehiyê li dijî tundiya elektronîk a li dijî jinan” li dar xistin.

Armanc hay jê hebûn avakirin e

Dîrektora Organîzasyona El-Mizan Zainab El-Fakhrî diyar kir komxebat armanc dike ku der barê têgeha tundiya dîjîtal de hay jê hebûn avakirin, diyarkirina şekl û amûrên wê û li Lîbyayê sepanên herî girîng ên li dijî jinan gefa dîjîtal avadike bi baldarî berçav derbas bike. Zainab El-Fakhrî diyar kir tundiya dîjîtal zirareke civakî û derûnî dide jin û zarokên keçan û balkişand ku komxebat di fêrbûna serî hildana vê metirsiyê û nîşaneyên tundiya li ser jinan de alîkariya dibe.

Tundiya hilbijartinê hat dest girtin

Enas El-Kilanî diyar kir ku di nav eksenên cuda yên komxebatê de, mijara tundiya hilbijartinê ku bala xwe dide lêkolîna statîstîkî ya destpêkê ya di pêvajoya hilbijartinên berê de tundiya hilbijartinê ya li dijî namzetên jin û dengdêran dest digre.

Zêdetirî 233 weşan hatine lekolinkirin

Diyar kir ku Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî cara yekem di vê komxebatê de ragihand ku zêdetir ji 233 komîsyonên weşanê yên li ser medyayê ji aliyê tîmên çavdêriyê yên komîsyonê ve hatine şopandin û zêdetirî 13 hezar belavok û gotar ji aliyê algorîtmayên fêrbûna makîneyê hatine şopandin. Sala borî di pêvajoya 10’ê Tebaxê heta 29’ê Îlona de ji bo berendam û dengdêrên jin li Lîbyayê cidî bi tundiya dîjîtal re têdikoşe.

Ragihand ku ev komxebat beşek ji xebatên ku di meha Tebaxê de ji aliyê Rêxistinên Jin ên Netewên Yekbûyî ve hatine lidarxistin in.

Hanin Bouchoucha jî bal dikişîne ku hemû jin di kîjan pozîsyonê de dibin bila bibin dibe ku rastî tundiya dijîtal bên û wiha got: “Em bi komxebatê re hewl da li dijî tundiya dijîtal û zordariyê lêkolînek ku hîtabê li hemû beşan dike, pêk bînin. Ez jî bawer dikim ku erênî ye.”

Rêvebera Rêxistina Hemwelatî û Hay jê hebûn a Civakî Enas El-Kilanî diyar kir ku ji bo dest girtina malperên medyaya dîjîtal û mekanîzmayên pêwîst ji bo çareserkirina vê, tundiya dijîtal û metirsiyên wê fêr bibin hemû jinan teşwîq dikin ku beşdarî komxebatê bibin. Di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê derbarê kesên ku li dijî tundiya dijîtal û zordarî pêktînin de gilî bikin û nekevin di nava fikaran de.

Ji Komeleya Astengdarên Dîtine Fatima El Raîd jî diyar kir ku kesên astendarên dîtine li gorî derfetê medya û amûrên dîjîtal bikar tînin û gelek caran bi vê zordestiyan re rû bi rû tên. Dest nîşan kir ku  der barê xetereyên li cîhana dîjîtal wekî gavek girîng şîrove dikin.