Jinên Lîbyayê festîvala "Bajarê Min Nasnameya Min e" li dar xistin

Jinên Lîbyayê yên ku festîvala "Bajarê Min Nasnameya Min e" li dar xistin der barê festîvalê de wiha gotin: "Ev xebat dê şopeke mezin û girîng li bajarê Benxaziyê bihêle, ji ber ku sernavê wê bi armanca parastina bajar û nasnameyê ji çandên derve, hat."

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Sê jinên Lîbyayê li hev civiyan û biryar dan ku festîvala bi navê "Bajarê Min Nasnameya Min e" bi armanca parastina bajar û nasnameyê ji çandên derve li dar bixin. Festîvala "Bajarê Min Nasnameya Min e" ku dê sê rojan berdewam bike, di 7'ê Adarê de dest pê kir û tê de sê waneyên li mîrata Lîbyayê yen wêjeyî, hunerî, mîmarî, paragrafên têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û paragrafên li ser xebata endezyariyê ku komeke mezin ji endezyarên jin tê de beşdar dibin, hatin dayîn.

"Armanca me ya sereke parastina nasnameyê ye"

Rojnamevan Efaf Ebd El-Muhsin yek ji her sê jinên ku festîval li dar xistine, got ku dîroka Lîbyayê dîrokeke kevnar e û wiha lê zêde kir: "Dîroka Lîbyayê ji demên kevnar ve dest pê kiriye, bi şaristaniyên li pey hev ên ku divê em wan vejînin û bi bîr bînin û bibêjin ku em rojekê li vir bûn û em ê bi heman şaristaniyê berdewam bikin û bi çandên dora xwe û çandên derve bi bandor nebin, tenê tiştê ku bi kêrî me tê em ê ji wan bigrin. Armanca me ya sereke parastina nasnameyê ye. Tiştên ku ji derve tên, ne ji aliyê erdnîgarî, ne ji aliyê avhewa û ne jî ji aliyê civakî ve, ji me re ne guncaw in. Gelek jin beşdarî festîvala me bûn. Di festîvalê de aliyek ji bo keç û xortan hat çêkirin da ku berhemên xwe yên aliyê aborî û hizra wan a ku civak li şûna ku tenê bibe welatekî xerîdar, ber bi pîşesaziyê ve biçe û bixebite, werin nîşandan. Jiyan di heyamek dijwar de ye lê jina ku bikaribe ji zikê xwe mêr û jinekê çêbike, ji bo ku vê gerdûnê ava bike, dikare her tiştî bike."

Jinên Lîbyayê di hemû qadan de pêşeng in" "

Seroka Komîteya Amadekar a festîvalê endezyar Huda El-Ziwî da zanîn ku jinên Lîbyayê di hemû qadan de pêşeng in û wiha domand: "Jinên Lîbyayî di hemû astan de di endezyarî, çand û medyayê de îdeal in. Ez jinan teşwîq dikim, ez ji wan dixwazim ku bibin rêber û bigihîjin xeyalên xwe."