Jinên li qampên Yemenê dimînin: Êşa jinên ji cihê xwe bûne heman e

Li Yemenê ji ber şer jinên ku ji cihên xwe bûne, di qampên ku lê dimînin de di nava sefalet û bê çaretiyê de jiyan dikin. Jinan cihêkariya ku pê re rûbirû ne anîn ziman û gotin: “Êşa jinên ku ji cihê xwe bûne heman e.”

HALA AL-HAŞİDİ

Yemen – Li Yemenê di navbera hikumeta ku Îran piştgiriya wê dike û Husiyan de ev 9 sal e şerê navxweyî berdewam dike. Li welat 4,5 milyon mirov ji cihê xwe bûne. Nêzî 20 milyon mirov jî di awayek ku pêwîstiya wan demildest bi alîkariyê hene jiyan dikin. Herî zêde jin û zarokên ku ji şerê navxweyî bandor dibin, di qampên kon de di nava şert û mercên zehmet de hewil didin jiyan bikin.

Hevjînê xwe di şer de winda kir li gel 5 zarokên xwe di kampên kon de dijî

Yek ji jinên ku di nava welat de ji cihê xwe bûye û neçar maye ku di kampên kon de jiyan bike Kawthar Ahmed a 35 salî ye. Kawthar Ahmed da zanîn ku piştî ku hevjînê wê bi topa ku li mala wan ketî jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku reviyaye Al-Tabah AlHamra ya navçeya Maqbanah a girêdayî Taizê. Kawthar Ahmed li qampa Necd Kasim a Başûrê Rojavayê Yemenê li gel 5 zarokên xwe jiyan dike.

‘Êşên hemû jinên ku ji cihê xwe bûne heman e’

Kawthar Ahmed diyar kir ku ji ber ji saziyên alîkariya mirovî piştgirî negirtine neçar maye bi xebite û got: “Qutiyên teneke ên ku min ji kolanan kom kirine min pêwîstiyên zarokên xwe ên rojane pêkanî. Lê belê ev kar têra min nake. Ji bo ez zarokên xwe ji sermayê bi parêz im ez gelek êşan dikêşim. Min ne betanî û ne jî ranzeyek heye, ev ne tenê êşa min e, êşa hemû jinên ku ji cihê xwe bûne ye.”

‘Jinên ku ji cihê xwe bûne rastî nêzîkatiyên xirab tên’

Seroka Komeleya Kifah û parêzvana mafê mirovan Misk Al-Makrami derbarê şert û mercên jinên ku ji cihê xwebûne nirxandin kir û diyarkir ku jinên ku li Yemenê ji cihê xwebûne rastî cihêkariyê tên û xwe nagihînin xizmetê û di heman demê de jin bi nêzîkatiyên xirab re rûbirû tên.

Misk Al-Makrami destnîşan kir ku jin xwe nagihînin ava paqij, mafê wan ên civakî, aborî û perwerdeyê ji bi dest nexistine û got: “Şert û mercên erdnîgarî ku jin neçarî ji cihê xwe bibin kiriye. Ew qadên ku çûne gelek deman ji ber xalî bûna wan êşên wan zêde dibe. Mînak jinê ku koçî qadên çolwar kirin, rastî şert û mercên zehmet ên jiyanê tên û piştgiriyên civakî ên ku dewlet didin nagr in.”

 ‘Zewaca di temenê zarok de zêde bûye’

Misk Al-Makrami bi bîrxist ku li gel ji cihbûnê şert û mercên xirab û di temenê zarok de zû û bi zorê zewicandin zêde bûye û got: “Qamp di halê neyê jiyankirin deye û jin di van qampan de rastî binpêkirina mafan tên. Ev pirsgirêk, ji ber kêmaniyê di bername û hişmendiya ku derdikeve pêş a jiyanek bi rumet û wekhev e.”

Ji bo başkirina jiyanê proje tên avakirin

Aktivîsta civakî Ghadeer Al-Adani diyarkir ku ew cihêkariya ku reşik jiyan dikin pirsgirêkên cûr be cûr bi xwere tinin. Ji bo başkirina şert û mercên jinên ku di qampan de jiyan dikin projeyên biçûk avadikin û got: “Ji ber jinê ku di qampan de jiyan dikin, nikarin xwe û zarokên xwe ji sermaye bi parêzin. Pêwîstiyên cilên zivîstanê û betanî hene.”

‘Di qampan de bê çaretî û sefalet heye’

Ghadeer Al-Adani amaje bi wê yekê kir ku ji ber ewlehiya jinan nayê girtin, ew bi tacîz û tecawîzan re rûbirû tên û wiha got: “Ji ber vê ji bo qadek ku lê were jiyankirin, divê ji bo jinan cihên bi ewle ên weke mal werin dabînkir in. Li qampa Necb Kasin ku zarok di nava êşêde û kon tejî qêrîn û gilî bûne, bê çaretî û sefalet heye. Zarok di korîdorên qamê de bi lingên xas digerin. Ji ber şert û mercên zehmet ên ku jiyan dikin ruyê wan tijî sefalet bûye.”