Jinên li Prîştîneyê li hember sersariya rayedaran serî rakirin

Li paytext Prîştîneya Kosovoyê, bi sedan jinan bi çalakiyeke protestoyî xwestin ku kuştina jinan wekî rewşa awarte ya netewî bê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Jinên li Prîştînayê, li ser banga "Kolektîfa ji bo Raman û Çalakiya Femînîst", daketin kolanan. Piştî kuştina Arlînda Zekaja 49 salî ya ji aliyê xizmekî wê yê mêr ve, jinan serî rakir. Ev bûyera trajîk di demekê de pêk hat ku Arlînda Zekaj di daxwaznameyekê de ji bo Ofîsa Dozgerê Giştî bi awayekî eşkere diyar kiribû ku jiyana wê di xetereyê de ye. Xwepêşanderan bang li rayedarên Kosovoyê kirin ku ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan gavên berbiçav bavêjin.

‘Bila berpirsyar bên darizandin’

Bi sedan xwepêşanderan, bi dirûşma "Kuştina jinan wekî rewşa awarte ya neteweyî bihesibînin", bang li rayedarên Kosovoyê kirin ku ji bo rawestandina kuştina jinan tedbîrên pratîkî bigirin. Xwepêşander ber bi avahiyên hikûmetê û saziyên ku ji dadmendî û ewlehiyê berpirsiyar in ve meşiyan û boyaxa sor û bombeyên dûmanê avêtin ser van avahiyan. Xwepêşanderan nerazîbûna xwe ya tund li hemberî awayê ku ev saziyên hanê dozên tundiya li dijî jinan bi rê ve dibin anîn ziman. Jinan daxwaza lêpirsînê ji bo kesên ku di van bûyeran de berpirsyar in kirin û xwestin ku li dijî rayedarên ku di erkên xwe de xemsarî kirine, tedbîr bên girtin. Xwepêşanderan ragihandin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Çi bû?

Di 25’ê Cotmehê de, li bajarê Pejayê yê li rojavayê Kosovoyê, Arlînda Zekaja 49 salî ji aliyê xizmekî xwe yê mêr ve hat kuştin. Medyaya herêmî ragihand ku Arlînda Zekaj sê roj beriya kuştina xwe, di daxwaznameyekê de ji Ofîsa Dozgerê Giştî re diyar kiribû ku rayedar berpirsyariyê davêjin ser milê hevdu û jiyana wê di xetereyê de hiştine. Ev agahî bû sedema bertekên tund ên raya giştî.

Piştî kuştina Arlînda Zekaj, Meclîsa Kosovoyê di 26’ê Cotmehê de civîneke awarte li dar xist û komîsyoneke lêkolînê ya parlamentoyê ava kir da ku lêkolîn bike ka di vê bûyerê de berpirsyariyeke saziyan heye an na.