‘Jinên li gundewarên Tûnisê gelek zehmetiyan dikşînin’

Sirûr El Gîlanî jineke xwedî pêdiviyên taybet e bi riya beşdarbûna xwe ya meclisên xwecihî û rêvebirina mecliseke xwecihî ya girêdayî parêzgeha Binzirt, hewl dide piştgiriyê bide jinên li gundan dijîn.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis- Ji ber guhertinên avhewayê, li gelek deran krîza avê çêbûye. Guhertina ku bandora xwe li ser gelek tiştan dike, dibe sedema zehmetiyan ji bo jinan. Yek ji zehmetiyên ku dikşînin jî ew e ku bi milan ji bîran avê dikşînin. Ligel wê li Tûnisê jin zehmetiyan di karê cotkariyê û malê de dikşînin. Gelek berpirsyariyan digrin ser xwe û tevî vê jî bêdeng in, qet gazinan ji zehmetiyên jiyanê nakin.

Tevî rewşa xwe hewl dide ji bo jinan bixebite

Seroka Meclisa Xwecihî ya girêdayî parêzgeha Binzirt ê li Bakurê Tûnisê, Sirûr El Gîlanî, hewl dide ji bo jinan bixebite û diyar dike ku jin li gundan gelek zehmetiyan dikşînin, neçar dimînin gelek karan bi hev re bikin û hatine paşguhkirin.

Sirûr El Gîlanî got: “Min xwest bi riya hilbijartinên xwecihî û namzetbûna xwe kesên xwedî pêdiviyên taybet temsîl bikim û hêza wan a di xebatên siyasî de tevî hemû rewşên dijîn derxim holê. Malbat û hevalên min ez gelekî teşwîq kirim ji bo vê yekê. Niha dikarim xizmeta dozên kesên lawaz bikim."

‘Em ê ji bo başkirina rewşa jinan têbikoşin’

Sirûr El Gîlanî diyar kir ku dema dibîne jin diçin avê tînin gelek lê giran tê û wiha berdewam kir: "Li aliyê me mezintirîn bendav hene. Tevî wê jî jin bi milan avê dikşînin û bi kîlometreyan dimeşin. Em vê yekê qebûl nakin û ji bo vê em ê têbikoşin ji bo dengê wan bigihîjînin her derê û çareseriyan bibînin."

Her wiha bal kişand ser girîngiya guhdarîkirina li jinên paşguhkirî yên li herêmên hundirîn û got: “Ji ber ew in ên riya debara jinên Tûnisî dibînin bi riya karê cotkariyê. Bi saya jinên cotkar xwarin peyda dibe û ewlehiya xwarinê çêdibe, ew berpirsyariyan digrin ser xwe. Tevî vê yekê jî bi rastiyeke zehmet re djîn û di rewşên ne guncaw de ne. Seatên dirêj dixebitin û heqdestê wan gelekî kêm e. Dem hatiye ku êdî edalet pêk were û jin bigihîjin mafên xwe."

‘Zagonên ku ji bo parastina jinan hatine danîn nayên pêkanîn’

Sirûr El Gîlanî di berdewama axaftina xwe de got: "Zagon û qural hatin danîn ji bo rastiya cotkarên jin û jinên li gundan baş bibin lê belê nehatin pêkanîn, ji ber ku çavdêrî tune ye. Hêviya min heye ku ev rewş biguhere û demên li pêş ji bo jinan bi xêr bin."

Li ser rewşa jinên ku di çêkirina kelûpelên axê de kar dikin jî got ku ji ber piştgiriya wan nayê kirin gelek zehmetiyan dikşînin û wiha got: "Di her werzê de diçin axê ji cihên çiyayî tînin. Riya ku diçin dûre lê dimeşin. Piştî digihîjin temenekî diwestin û xwe bê kêr dibînin. Wan jinan neçar dimînin di mezinbûna emrê xwe de kar bikin ji bo debara jiyana xwe bikin."

‘Divê jin li dijî bêmafiyê dengê xwe derxin’

Sirûr El Gîlanî xwest hemû jinên li deverên hundirîn êdî bêdeng nemînin û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Her wiha bang li jinan kir ku ji bo mafên xwe bigrin li hemberî hemû awayên îstîsmara aborî û hwd. bisekinin û wiha berdewam kir: "Gelek jin hene hesasiyet û nexweşiyên çerm bi wan re derketine, ji ber derman û madeyên kîmyewî di karên xwe de, bê parastin bikar tînin. Erka xwediyên kar ew e ku awayên parastinê ji wan re peyda bibe. Erka hikûmetê û aliyên girêdayî wê ew e ku çavdêriyê bikin. Berpirsyariya me hemûyan ew e em parastina jinên gundan, cotkarên jin û jinên xwedî pêdiviyên taybet û hemû jinan bê cudahî û cudakarî bikin."

Sirûr El Gîlanî herî dawî got ku Tûnis welatê zagonan e û zagonên parastina kedkarên jin û li malan hene lê dîsa xwdeiyên kar vê yekê paşguh dikin û li gorî zagonan nameşin. Ev yek jî zehmetiyên jinan zêdetir dike."